Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin 2022-05-20 20:19:15   ŞIRNEX - Cenazeyê Mehmethan Yildiz ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adara 2016'an de li Şirnexê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 salan radestî malbatê hat kirin.    Cenazeyê endamê Yekîneyên Berxwedana Sivîl (YPS) Mehmethan Yildiz ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adara 2016'an de li Şirnexê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 salan hat teşxîskirin. Piştî nimûneyên DNA'yê yên malbatê û cenaze li hev derketin, cenaze radestî malbatê hat kirin.   Malbatê cenazeyê Yildiz ji bo definkirinê bir navçeya Pasûr a Amedê.