Hunermend Gokçe hat berdan 2022-05-20 17:07:37     STENBOL – Hunermend Zelal Gokçe ku ji ber parvekirinên xwe yên medyaya sanal û klîba strana xwe hatibû binçavkirin, hat berdan.    Hunermend Zelal Gokçe ku duh bi şev li Balafirgeha Stenbolê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê ya li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat berdan.   Gokçe duh bi şev li Balafirgeha Stenbolê hatibû sekinandin û îro danê nîvro ew birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Hat hînbûn ku Gokçe a ji sala 2021'ê ve li Îngîltereyê dimîne ji ber klîba straneke xwe ya di ÎMC TV'yê de (bi KHK'ê hatiye girtin) hatiye weşandin û ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal hatiye binçavkirin.