YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê 2022-05-20 15:16:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Polîtburoya YNK'ê Xazî Kerkûkî, diyar kir ku kîjan dema ku Barzanî qala kurdîtî, aştî û biratiyê bike îxanetek pêk tê.    Li Herêma Kurdistanê,  Endamê Polîtburoya YNK'ê Xazî Kerkûkî, derbarê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî de li ser hesabê xwe yê Facebook'ê daxuyaniyeke balkêş da. Kerkûkî diyar kir, Enqere, Îran û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî li pişta Barzanî ne û wiha got: “Niha Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bûye dostê Barzanî. Lewre hemû pereyên ji kurdan didizin li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî dikin proje! Tu eleqeya Barzanî bi azadî, demokrasî û nîştîmaniyê re tuneye. Ji bo bikarin li dijî wê rawestin divê hemû kurd dîroka îxanet û nokeriya PDK’ê bizanibin."   Kerkûkî nivîsa xwe bi vê gotinê bi dawî kir: "kîjan dema ku Barzanî qala kurdîtî, aştî û biratiyê bike îxanetek pêk tê."