Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin 2022-05-20 14:17:11   RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li navçeya Xelfetiyê di daxuyaniya bi armanca bertek nîşandana tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hatiye lidarxistin de axivî, destnîşan kir ku sedemê qeyrana li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye û banga têkoşîna bi hev re li gelan kir.    Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, xwestin biçin gundê Amara ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve. Lê leşkeran ketina gund bi hêceta “biryara qedexe” ya walitiyê heye, asteng kirin. Şandeyê li ser vê yekê ji bo balê bikişînin tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li pêş avahiya HDP’a Xelfetiyê daxuyanî da çapemeniyê. Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Pero Dundar, Dersîm Dag, Remziye Tosûn û Mahmût Togrûl, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û bi dehan kes tev li daxuyaniyê bûn.    ‘LI AMARAYÊ QANÛNEKE TAYBET HEYE’   Di daxuyaniyê de ewilî biraziyê Rêberê PKK’ê û parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Destûr nedan ku mevanên me bikevin gund. Qanûneke taybet heye, kes nikare serdana gundê birêz Ocalan bike. Ev bêçariya dewletê ye.  Bila dest ji vê berdin. Wê her tim mevanên birêz Ocalan heb in. Birêz Ocalan bîr û baweriya gelê kurd e. Deriyê me ji herkesê re vekiriye, herkes dikare were serdanê. Bi zilm û bêqanûniyê kes nikare vê yekê asteng bike. Em ê xwedî li vê paradîgmayê derkevin. Deriyê Birêz Ocalan her roj ji hezkiriyên wî re vekiriye. Em vê astengkirinê qebûl nakin. Ditirsin. Amara wê her tim rol û misyona xwe bilîze. Ez ji hemû kesên tev li daxuyaniyê bûn re dibêjim hûn bi xêr hatin navçeya birêz Ocalan.”   ‘GEL JI BO AZADIYA OCALAN TÊDIKOŞIN’   Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, astengkirina wan a ketina gundê Amarayê bi bîr xist û wiha got: “Ev neçariya desthilatê ye. Me îro xwest nîşan bidin ku birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê çi kesayetekî jêveneger e. Hemû cîhan pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo gelan dizane. Ne tenê kurd hemû gelên cîhanê ji bo azadiya birêz Ocalan, avakirina demokrasiyê têdikoşin.”   Aydenîz, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li gelek deverên cîhanê kampanya tên birêvebirin û wiha berdewam kir: “Her kes dizane ku felsefeya birêz Ocalan alternatîfa vê pergalê ye. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê dixwaza li Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîdê kûr bike û aloziyê belav bike.”   BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Aydenîz, bang kir ku tecrîda 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê didome bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Hemû rêbazên antî demokratîk li Î mraliyê dest pê kirin û belavî girtîgehan û gelan bû. Hemû bêhiqûqî bingeha xwe ji bêhiqûqiya li Îmraliyê werdigirin. Sedemê qeyrana Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Qada hevpar a hemû gel lê têbikoşin, bilindkirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê ye. Em ê her roj her saet diyar bikin ku astengiya herî mezin a pêşberî gelan tecrîd e. Em ê ji her derê berê xwe bidin Amarayê. Heta ku polîtîkayên tecrîd, talan, şer bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, civakî bidin domandin. Divê demildest dest ji polîtîkaya tecrîdê bê berdan.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.