Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin 2022-05-20 13:05:29   ENQERE - Murat Kaçar ê ku di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin û berdan lê di encama îtîraza dozgeriyê de bi îfadeyên "şahidê veşarî Ulaş" de hat girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di bin navê "Bûyerên Kobanê" de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê ango girtinê hatibû derxistin. Yên ku di wê operasyonê de hatibûn berdan, bi îtiraza serdozgeriyê yek bi yek tên girtin.    Li ser îtiraza serdozgeriyê di 18'ê gulanê de Huseyîn Vûral bi hêceta îfadeyên "şahidê veşarî Ulaş" ku li serê daye hatibû girtin. Îro jî Murat Kaçar li ser îtiraza serdozgeriyê birin Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê. Kaçar ê ku îfadeyên wî li dadgehê hatin girtin, li ser îfadeyên "şahidê veşarî Ûlaş" hat girtin û şandin girtîgehê.    TEWANBARÎ TENÊ ÎFADEYÊN 'ŞAHIDÊ VEŞARÎ' NE    Tewanbariyên derbarê Kaçar de hatine amadekirin hat zanîn ku tenê îfadeyên "şahidê veşarî Ulaş" in. Di nava tewanbariyên derbarê Kaçar de "endamtiya rêxistinê", "rêveberiya rêxistinê", "muxalefetiya li dijî qanûna hejmara 6415'an a qedexekirina fînansekirina terorîzmê", "muxalefetiya li dijî qanûna qedexekirina rewakirina dahata sûcan", "şofandina sûcên mal û milkê ji TCK'a 282'yan pêk tên" hatin nîşandan.    Bi girtina Kaçar re 26 kes ji ber îfadeyên "şahidên veşarî Ulaş" hatin girtin.