Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan 2022-05-20 12:12:10   RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de diyar kir ku dixwaze hemû kesên tev li komkujiyê bûne werin girtin û wiha bang kir: “Kurê min ev saleke di hucreya yekkesî de ye. Bila kurê min were berdan.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 438’an de jî berdewam kir. Malbat, di saetên zû yên sibehê de ji Pirsûsê hate ber Edliyeya Rihayê û li devera ku weke “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe kir.    Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar axivî û got ku zarokên wê li nexweşxaneyên li pêş çavên wê hatine qetilkirin û wiha domand: “Gelo çima kesên zarokên min qetil kirin niha serbestin? Van kesan li nexweşxaneyê mirov qetil kirin. Hûn bi kîjan wijdanê van kesên ku zilm li me kirine ber didin? Em dixwazin ku ev kes tevek jî bên girtin.”    Bi domdarî Şenyaşar da zanîn ku kurê wê Fadil Şenyaşar zêdetirî saleke di hucreya yekkesî de tê ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Bila zarokê min berdin. Bi vê sedemê ev bû salek ku em li vê derê rûdinin. Hem Remezan û hem jî cejna me li vir derbas bû. Em dixwazin ku hemû kesên di qeydan de xuya dikin bên girtin.”