Dayikên Aştiyê beraet bûn 2022-05-18 15:47:31   STENBOL - Dayikên Aştiyê ku bal kişandibûn ser greva birçîbûnê û ji ber vê yekê dihatin darizandin, beraet bûn.    Dayikên Aştiyê di 13’ê gulana 2019’an de li navçeya Esenyûrda Stenbolê bi boneya balê kişandibûn ser greva birçîbûna ya li girtîgehan, derbarê wan de doz hatibû vekirin. 17 Dayikên Aştiyê û endamê MATUHAYDER’ê Ferhat Yildiz ku bi îdiaya “Muxalefetiya qanûna civîn û xwepêşandanan kirine” dihatin darizandin. Danişîna doza dayikan li Dadgeha Cezayê Asliye ya Buyukçekmeceya Stenbolê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê beşdarî danişînê nebûn. Parêzer Hebat Demîrcan di danişînê de amade bû.    Dozger û dadger xwest dest ji guhdariya polîsan bê berdan. Dozger biryara xwe ya derbarê dozê de da û diyar kir ku çalakiya dayikan kiriye ne sûc e û xwest derbarê wan de biryara beraetê bê dayîn. Parêzer Demîrcan jî biryara beraetê xwest. Dadger jî diyar kir ku tişta ku bûye mijara sûc ne sûc e û derbarê dayikan de biryara beraetê da.