Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir 2022-05-18 14:13:22   STENBOL - Di danişîna xizmên girtiyan ku ji ber bertek nîşanî raporên ATK'ê yên ji bo girtiyên nexweş dane tên darizandin de serokê dadgehê peşniyar kir ku cezayê HAGB'ê bê pêkanîn. Xizmên girtiyan li dijî vê mafê xwe yê şermezarkirinê parastin û pêşniyara dadger red kirin.    Ji ber çalakiya ku li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo berdana girtiyên nexweş li dar dixistin, derbarê 16 xizmên girtiyan de bi angaşta "muxalefeta qanûna civîn û xwepêşandan" doz hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a xizmên girtiyan li 51'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Gelek xizmên girtiyan û parêzer Ceyda Gedik, Yağmur Kavak ve Kemal Toraman tev li danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û agahî hat dayîn ku şertê kontrola edlî ya derbarê xizmên girtiyan de hatiye rakirin û derbarê Mercan Dogan de dosyayek din heye û vê dosyayê re hatiye yekkirin.    Di danişînê de xizmên girtiyan û parêzerên wan mafê axaftinê girtin û parastina xwe kirin.    Piştî parastinê heyeta dadgehê, xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û pêkanîna "Paşxistina eşkerekirina hikimên (HAGB)" pêşniyarî xizmên girtiyan kir û pirsa ku wê qebûl bikin an na ji wan kir. Hemû xizmên girtiyan ên tên darizandin HAGB'ê red kirin. Rexmî vê jî serokê dadgehê ji wan re got ku HAGB pêkanîne baş e û xwest ku qebûl bikin. Lê xizmên girtiyan li dijî vê daxwazê derketin û gotin ku wê beraet bikin pêşniyarê red kirin.    Heyeta dadgehê hincetên kesên ku tev li danişînê nebûn qebûl kir û biryar da ku li benda kesên qet parastin nekirine bê rawestandin û danişînê taloqî 27'ê cotmehê kir.    BIRYARA NÛ YA QEDEXEYÊ   Piştî ku danişîn bi dawî bû xizmên girtiyan û parêzerên xwe xwestin li ber edliyeyê daxuyanî bidin. Li ser vê polisan, angaşt kirin ku Qaymeqamiya Bakirkoyê ji bo xizmên girtiyan qedexe kiriye ku heta mehekê çalakî li dar bixin û daxuyanî bidin. Piştî vê Parêzer Yagmûr Kavak mafê axaftinê girt û derbarê danişînê de agahî da û bertek nîşanî qedexeya nû ya derbarê xizmên girtiyan de da.