Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn 2022-05-18 13:39:00   MÊRDÎN – Kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê agir bi bedena xwe xistibûn, di 40’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora ji çalakvanan Ferhat Kurtay hatin bibîranîn.    Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay, Eşref Yanik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner, li dijî sepanên îşkence û dermirovî yên Cuntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di şeva 17’ê gulanê de agir bi bedenên xwe xistin û jiyana xwe ji dest dan. Bi wesîleya 40’emîn salvegera wefata Çar Şoreşgerên Kurd, li navçeya Qoser a Mêrdînê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Endam û rêvberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajar û navçeyan, hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgerên Kurd û gelek kesan ji ewil li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bûn. Girse, ji wir ber bi Goristana Çeçan ve meşiya ku gorê yek ji şoreşgeran Ferhat Kurtay li wir e. Girse, li goristanê ji hêla xwîşka Ferhat Kurtay, Rabîa Kurtay ku nexweşa penceşêrê ye ve hate pêşwazîkirin.    Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de Hevserokê Şaxa Komeleya Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYADER) Mehmet Akpinar axivî û da zanîn ku dê têkoşîna Çar Şoreşgerên Kurd bidomînin. Piştre jî li ser navê Komeleya 78’an ku bi KHK’ê hatibû girtin, Arîf Turgay axivî.    ‘RÊYA ME RONÎ KIRIN’    Turgay, diyar kir ku Çar Şoreşgerên Kurd û Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyên xwe rêya wan ronî kirine û wiha domand: “Wan em gihandin van rojan. Van lehengan ji bo vê yekê bedelên giran dan. Em minetdarên van lehengan in. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî di rêya van egîdan de bin.”   ‘RÊYA SERKEFTINÊ NÎŞANÎ ME DAN’    Di merasîmê de her wiha Hevserokê HDP’a Mêrdînê Saih Kuday jî axivî û destnîşan kir ku Çar Şoreşgerên Kurd bi çalakiya xwe tevahiya cîhanê mat kirine û wiha got: “Heta îşkencekar jî şaş û mat mabûn û nedizaniyan dê çi bikin. Ev çalakî ji bo azadiyê hate kirin. Heta ku em sax bin dê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Di roja me de jî li dijî kurdan û dostên wan êrişên giran hene. Wan nîşanî me dan bê ka em ê van êrişan çawa vala derxînin û çawa bi ser kevin.”    Rabîa Kurtay, ji ber tevlibûnê spasiya beşdaran kir. Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Ferhat Kurtay û merasîm bi dawî bû.