AYM’ê mafê jiyanê neparast! 2022-05-18 12:45:44   NAVENDA NÛÇEYAN - AYM diyar kir ku Sezaî û Ahmet Yaşar ên birayên hev kul i Agiriyê hatibûn kuştin di çarçoveya “parastina rewa” de hatine kuştin û mafê wan jiyanê nehatiye binpêkirin.       Li taxa Sitkiye ya Agiriyê di 31’ê tîrmeha 2015’an de polîsên tîmên taybet bi ser malekê de girtibûn û endamê HPG’ê Mirzeydin Gokturk (Mervan Axçar) û pê re Sezaî û Ahmet Yaşar ên birayê hev hatibûn înfazkirin. Parêzeran ji bo qurbaniyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM’ê bi piraniya dengan serlêdanê red kir.    Malbata Yaşar û parêzerên wan serî li dadgeha herêmî dan û giliyê kuştina zarokên xwe kirin. Lêbelê dadgehê serlêdanê red kir.    Parêzerên malbatê li ser vê yekê di 13’ê nîsana 2016’an de bi daxwaza “mafê jiyanê yê madî û rêbaz hatiye binpêkirin” serî li AYM’ê dan.    MIDÛRIYETA POLÎSAN DÎMEN NEŞAND    AYM’ê ji Midûriyeta Polîsan a Agiriyê derheqê operasyonê de dîmen, wêne û qeydên deng xwest. Lê polîsan îdia kir ku tu belge destê wan de nîne û tenê qeydên dema karûbarên otopsiyê de şandine.    Lê belê Midûriyeta Polîsan a ku gotiye “dîmen tune ne” wêneyên her sê qurbaniyan ku li ser hev bûn wê demê ji aliyê hin kesan ve li ser medya civakî hatibûn belavkirin.    MAFÊ JIYANÊ NEPARASTÎ MA    AYM’ê bi piraniya dengan kuştin ango înfaza welatiyan ji nedîtî ve hat û got di çarçoveya “parastina rewa” de hatine kuştin û îdia kir ku mafê wan jiyanê nehatiye binpêkiri