Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne 2022-05-18 11:08:05   ÊLIH - Xwişka Ferhan Yilmaz, Cevriye Yilmaz bertek nîşan da ku kesên birayê wê li Girtîgeha Sîlîvriyê qetilkirine hêj jî li ser peywîrê ne û bi lêv kir ku tevî bi ser bûyerê 37 roj derbas bûne jî di lêpirsînê de tu geşedan nînin.    Bi ser kuştina Ferhan Yilmaz ê di 11’ê Nîsana 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê hate qetilkirin 37 roj derbas bûn. Tevî vê yekê jî di lêpirsînê de tu geşedan nînin. Malbata Yilmaz û parêzerên wan giliyê rayedaran kiribûn lê komkujî hêj jî nehatiye ronîkirin. Malbata Yilmaz, bi lêv kir ku rayedar bi daxuyaniyên xwe yên binakok hewl didin ser bûyerê bigirin.  ‘BILA KESÊN EV YEK KIRIN BÊN CEZAKIRIN’   Xwişka Ferhan Yilmaz, Cevriye Yilmaz diyar kir ku tevî hemû gilî û serlêdanan derbarê kesekê de jî lêpirsîn nehatiye vekirin. Yilmaz, xwest ku kesên birayê wê qetilkirin li pêş hiqûqê bên cezakirin û wiha got: “Bila kesên ev îşkence li birayê min kirine bên dîtin û cezakirin, qet nebe dê êşa me hinek sivik bibe. Em ji xwe nikarin birayê min paş ve bibînin lê dixwazin kesên ku ev yek kirin bên cezakirin.”   ‘JI KEREMA XWE BÊDENG NEMÎNIN’   Yilmaz, ragihand ku rêveberiya girtîgehê ku ew agahdarkirin bi gotinên “birayê we qeyrana dil derbas kir, divê hûn bên” ew agahdar kirine û wiha berdewam kir: “Em ji Batmanê çûn nexweşxaneyê. Ji bo ku birayê min nîşanî min bidin, min gelek israr kir. Wan jî ji min re gotin ‘birayê te baş e û dijî’. Lê piştî demekî kin agahiya mirina birayê min hat. Gotin ‘qeyrana dil e’ lê darbest bi xwînê tejî bû. Dîmenên li nexweşxaneyê li holê ne. Vêca ji me re dibêjin qeyrana dil derbas kiriye.” Yilmaz, wêneyê birayê xwe yê hatiye qetilkirin nîşan da û ev pirs pirsî “Li vî wêneyî binêrin, Dişibe ku qeyrana dil derbas kiriye? Ez ji we dipirsim. Ji kerema xwe bêdeng nemînin. Çima birayê min kete vî halî? Dixwazin hîn bibin.”   ‘HETA KUJER BÊN CEZAKIRIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Yilmaz, bertek nîşan da ku kesên birayê wê qetilkirine hêj li ser peywîrê ne û got: “Kesên ku bûyer pêk anîne hêj li ser peywîrê ne, jiyana mirovên di girtîgehê de jî têxin xetereyê. Kesên birayê min kuştin li ser peywîra xwe ne û keyf keyfa wan e. Birayê min çû lê armanca me ewe ku tiştek bi serê girtiyên din neyên. Em ê ji ber vê yekê têbikoşin. Birayê min teqez bi îşkenceyê hate qetilkirin. Hevalên wî yên din jî rastî îşkenceyê hatin. Dîmenên birayên min ên nexweşxaneyê û darbesta wî ya bi xwîn her tim li ber çavên me ye. Heta ku kesên birayê min qetilkirin bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”