Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin 2022-05-18 10:34:56   AMED - Polisan, li navçeya Rezan bi ser malekê de girtin û ji ber ku kesê lê digeriyan nedîtin xwediyê malê Harûn Karataş binçav kirin.    Li taxa 5'ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, polisan di saetên serê sibehê de bi ser mala Harûn Karataş de girtin. Polisan, ji ber ku kesê lê digeriyan nedîtin xwediyê malê Harûn Karataş binçav kirin. Hat diyarkirin ku polisan Karatş biriye Miduriyeta Polisan a Navçeya Rezan. Ferdên malbatê, diyar kirin ku polisan ji wan re gotiye, 'We li mala xwe kesekî veşartiye' û ji bo binçavkirina Karataş hincet nîşan nedane.    Ferdên malbatê, dan zanîn ku polisan 3 pirtûkên malê jî desteser kirine.