Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne 2022-05-18 09:52:33   ŞIRNEX - Dayikên Cizirî ku zarokên wan li jêrzemînan hatibûn qetilkirin bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re dan û wiha gotin: “Bila Barzanî pişta xwe nede Erdogan. Erdogan çi anî be serê me, dê heman tiştî bi serî wî jî bîne.”    Tirkiyeyê di 23'yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êriş dabû destpêkirin. Operasyon, weke hewldana tolhildana Garê dihat zanîn lê demekî nêz piştre bêencam ma. Tirkiyeyê ku nekarî planên xwe pêk bîne, vêcarê jî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên navborî dest bi êrişeke berfireh kir. Li gel ku êrişan mehek li pey xwe hişt jî, Tirkiyeyê heta niha jî di şer de tu pêşketin bi dest nexistine. Li rexê din di raya giştî ya kurd de jî bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Dayikên cizîrî ku zarokên xwe di jêrzemînan de winda kiribûn, têkildarî mijarê axivîn û bertek nîşanî malbata Barzanî dan.      Ji dayikan Necat Kuçuk (66) ku 2 kurên wê di jêrzemînên Cizîrê de û kurekê wê jî di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dê bi xayînan re biratiyê nekin û wiha got: “Ez meta sê gerîla me, ez dayika sê şehîda me, ez xweha sê şehîda me. Heta em sax bin û dilopeke xwîna me hebe, em ê li pey doza zarokên xwe bin. Dewleta tirk neyarê kurdan e. Em baş dizanin ku neyar nabe dost. Kurdistan bû dewlet û em keyfxweş bûn. Me got dê her çar parçe bibin yek. Lê mixabin Barzanî ji Erdogan xirabtir bû. Heke ew kurd bûya ev bi serê me nedihat. Mirov şerm dike ku bibêje ew kurd e. Neçîrvan Barzanî diçe bi Erdogan re hevdîtinê dike û ala Erdogan li pişt wî ye. Ma ev ne şerm e? Bila Barzanî pişta xwe nede Erdogan. Erdogan çi bi serê me anîbe dê heman tiştî bîne serê wan jî. Li Başûr tenê yek gir nemaye ku baregehên Tirkiyeyê li ser nebin. Barzanî rê daye tank û topên wan ku li ser serê zarokên me dibarînin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de bimîne em ê pey doza zarokên xwe bin. Yên ku tank û topên xwe tînin ser serê me, yekitiya me xera dikin. Em biratiya kesên dibin sedema kuştina zarokên me naxwazin.”    'BILA BES ZAROKÊN ME BI KÎMYASALÊ BIKUJIN'    Têkildarî mijarê dayika Zekiye Ozgur (50) ku kurê wê Abdullah (Star) Ozgur di jêrzêmînên Cizîrê de hatibû qetilkirin jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da û ev tişt anî ziman: “Ez malbata Barzanî şermezar dikim. Bila bes birakujiyê bike û em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Ji mala min herkes çû û mala min xera bû lê bila mala kesekê din xera nebe. Bila dilê tu dayikeke din neşewite. Bila vê xwînê bidin sekinandin. Me gelek tişt bi çavên xwe dîtin lê em dîsa jî dibêjin aştî. Kurê min û hevalên wî bi kîmyasalê şewitandin. Bedenê wan bibûn xwelî. Me cenazeyên zarokên xwe di poşetan de veşartin. Ma ev biratî bû? Ev 6 sal in rondikên çavên me nasekinin. Em birakujiyê naxwazin. Kesê ku dibe sedemê kuştina zarokên me xwedê jê re nehêle. Em naxwazin zarokên me yên din jî li Zap, Metîna û Avaşînê bi kîmyasalan bên kuştin.”   ‘CAREKE DIN ZAROKÊN ME BI KÎMYASALÊ DIKUJIN’   Yek ji kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatiye qetilkirin jî Kenan Adiguzel ê 23 salî bû. Adiguzel hate qetilkirin û birayê wî jî hate girtin. Derheqê mijarê de dayika wan Rabîa Adiguzel (50) got ku careke din zarokên wan bi kîmyasalê tên qetilkirin û wiha domand: “Mesûd Barzanî rê dide Tirkiyeyê û birayê xwe dikuje. Em naxwazin ku birakujî çê bibe. Em dayikin û şer naxwazin. Ên ku di jêrzemînan de hatine qetilkirin tevek zarokên me bûn. Min cenazeyê kurê xwe nas nekir. Cenazeyê wî şewitî bû. Barzanî rê dide ku zarokên me bi dîsa bi kîmyasalê bên kuştin. Bila bes xwînê birêjînin.”   ‘BIRÎNÊN KURDAN BI XIYANETÊ DER DIKIN’   Derheqê mijarê de Xunav Cagli (68) ku neviyê wê Firat Cagli di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin jî destnîşan kir ku birînên gelê kurd bi xiyanetê careke din tên derkirin. Cagli, anî ziman ku tişta ku îro Barzanî dike, ji dijminatiya dewletê mezintir û xerabtir e. Dayika Xunav diyar kir ku dewleta tirk jixwe naxwaze kurd hebin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê Barzanî xêre, çi heqê wî heye ku wiha dike? Çima rê dide dewleta tirkan? Bila Barzanî xiyanetê li me neke. Me çi têkoşîn ji wî nevê. Tiştên bi serê me hatine em ê tu carî ji bîr nekin. Birînên Cizîrê hêj nekewî ne. Zilm û zordarî li me hate kirin. Zarokên me şewitandin. Cenaze nedihatin naskirin û hin cenaze hêj winda ne. Heman tiştî îro li Zap, Metîna û Avaşînê dikin. Xwezaya me û mirovên me bi kîmyasalê qetil dikin.”