ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-18 09:00:33 * Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari paşperdeya polîtîkayên Tirkiyeyê yên dij kurdan û helwesta wê ya li hemberî penaberan nirxand û got: "Tirkiye bi guherandina demografiyê re dixwaze li sînorên çêkirî kemerek erebî ya di bin serweriya xwe de çêbike. Ev ji bo gelên herêmê talûke ye."    * Semra Kûytûl, hevjîna damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alparslan Kûytûl ê hat girtin, got: "Îstixbarat sîxurtiyê li endamên me ferz dike. Ên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin."    * Derket holê ku di dosyeya Doza Kobanê de dadgehê daxwaza dozger a ji bo îfadeya şahid Kerem Gokalp red kiriye. Dadgehê ji ber ku Gokalp daxwaz nekiriye, lê dozger ji ber xwe de doza îfadeya wî kiriye daxwaza dozger red kiriye. Lê di heman rojê de daxwaznameya "erêdanî"yê ya şahidê îtirafker gihîştiye ber destê dozgeriyê.   * Dayikên Cizirî ku zarokên wan li jêrzemînan hatibûn qetilkirin bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re dan û wiha gotin: “Bila Barzanî pişta xwe nede Erdogan. Erdogan çi anî serê me dê heman tiştî bi serî wî jî bîne.”    * Muslum Erîklî, di salvegera mirina Hakî Karer de behsa wî kir û got: "Gelê kurd gere tu carî wî ji bîr neke. Roj bê gere cihê lê hatiye kuştin bibe muze."    * Li Cizîrê mobîlyafiroşên ku bi salane kar dikin ji ber polîtîkayên hikûmetê ya aboriyê yek bi yek kargehên xwe digirin. Mobîlyafiroşên ku amûrên xwe difiroşin û kargehên xwe digirin gotin: "Derûniya me xera bû. Em êdî miriyên ser pêya ne.”    * Derhêner Ensar Ozdemîr û wênegir Tamer Pinar ku rûxandina li Ben û Senê tomar kirin, destnîşan kirin ku armanca wan belgekirina zilma li Ben û Senê ye û gotin: "Wêne polîtîk e."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 436'emîn de berdewam bike.   * Danişîna doza 16 kesên xwedî li girtiyên nexweş derketibûn û ji ber vê çalakiyê tên darizandin dê li Dadgeha Bakirkoyê bê lidarxistin. (09.30)   * Li Wanê, Riha, Dîlokê, Mêrsîn, Îzmîrê dê ji bo cangoriyên meha gulanê panel û bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (11.00-18.00)   * ÎHD'a Wanê dê têkildarî gefên li ser Serokê ÎHD'a Colemêrgê Yusuf Çobanoglu li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin dê berdewam bike. (13.00-16.00)    * Danişîna doza 17 Dayikên Aştiyê bi boneya têkildarî daxuyaniya greva birçîbûnê dabûn tên darizandin dê li Dadgeha Buyukçekmeceyê bê lidarxistin. (14.00)