Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû 2022-05-17 19:43:04   DÎLOK - Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên Girtîgeha Islahiye ya Tîpa T'yê piştî qebûlkirina daxwazan di roja 42'yan de bi dawî bû.    Li Girtîgeha Islahiye ya Dîlokê ya Tîpa T'yê girtî Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmû ji ber îşkence û tahdeya îdareya girtîgehê di 6'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Hat ragihandin ku îdareya girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl kiriye û piştî qebûlkirina daxwazan girtiyan jî greva xwe di roja 42'yan de bi dawî kirine.    Girtî Îlhamî Îşçî telefonî malbata xwe kiriye û ragihandiye ku daxwazên wan hatine qebûlkirin û wan jî greva xwe bi dawî kiriye.   ÇI QEWIMÎBÛ?   Girtiyên di Girtîgeha Islahiye ya Dîlokê ya Tîpa T'yê de Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmû ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber îşkence û tahdeya li wan dihat kirin di 6‘ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Roja 5 an a çalakiyê Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar, roja 8‘an jî Umît Ozen tev li grevê bûbûn. 7 girtiyên di grevê de bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dabûn û gotibûn: "Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li me hat ferzkirin. Di serjimartina rojane de, nîzama leşkerî û bi deng li me ferz dikin. Di dema çûnhatina ji bo axaftina bi telefonê de nîzama leşkerî li me ferz dikin. Gava em serjimartina bi awayê nîzama leşkerî qebûl nakin tahdeyê li me dikin. Ew tahde û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên din li vê girtîgehê zêdetir in."