EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe 2022-05-17 18:59:03   AMED - Rêxistina Cîwanên EMEP'ê ya Amedê dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe.    Rêxistina Cîwanên Partiya Kedê (EMEP) a Amedê dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe. Têkildarî mijarê li avahiya partiyê ya li navçeya navendî Yenîşehîr a Amedê daxuyanî hat dayîn. Endamên rêxistinên EMEP’ê yên bajêr û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn.   Berdewka Rêxistina Cîwanan a EMEP a Amedê Nûrgûl Denîz daxuyanî xwend. Denîz diyar kir ku zordarî û polîtîkayên asîmîlasyonê li dijî zimanê kurdî 100 sal in berdewam in û wiha got: “Îqtîdara ku pesnê xwe dide û dibêje me qedexeya li ser kurdî rakiriye jî ne kêmî yên berê ye. Însanên me li derve ji ber xeberdana bi kurdî rastî êrişan tên, heta tên kuştin. Sebebê van, polîtîkayên nijadperest ên îqtîdarê ne. Yê ku saziyên çand û hunera kurdî girtin, bi rêya qeyûman xizmetên bi zimanê kurdî yên şaredariyan bi dawî kirin jî dîsa ev hukûmet e.”    Denîz, di berdewamiya daxuyaniyê de bang kir ku her kes tev li atolyeya wan bibe.   ‘ZIMANÊ XWE BIPARÊZİN’   Pişt re edîtorê kovarê Dilopê Reşo Ronahî axivî. Ronahî bi lêv kir ku çareserî bi tekoşîna siyasî û bi satatuya fermiyetî çêdibe û got: “Heta kurd di warê fermî de, di warê siyasî de û statuyê de encamekê bi dest nexin nikarin bi awayêkî sîstematîk zimanê xwe biparêzin û nikarin zarokê xwe jî bidin hînkirinê. Em him di warê siyasî de tekoşîna xwe berdewam dikin him jî bi vê atolyeyê bikin ku cîwanên me, zarokên me zimanê xwe biparêzin.”   Serlêdanên ji bo atolyeyê dê heya 22'yê Gulanê bidomin.