Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin 2022-05-17 16:06:10   STENBOL - Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz, ji ber ku di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Binçavan de li ber Edliyeya Stenbolê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re got, 'Suloyê bixeml tu yê jî rojekê beyî darizandin' ji aliyê polisan ve bi lêdanê hat binçavkirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), derbarê 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Binçavan de ya Navneteweyî de li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan çapameniyê. Beriya daxuyaniyê polisan bi hinceta qedexeya ji bo Nobeta Edaletê xwest Hevseroka HDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk negirin qadê. Ozturk, bertek nîşanî vê astengkirina polisan a li dijî xwe da û astengkirina polisan derbas kir û ket qadê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bêcezahiştin Dibe Sedema Dubarekirina Sûcan. Ji Bêcezahiştinê re Na, Em Edaletê Dixwazin" hate vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û dovîzên "Bîranîn, banga rûbirûbûnê û hesap pirsînê ye. Tê Bîra Me, Em bi Bîr Dixin" hatin hilgirtin. Parlamenterên HDP'ê û CHP'ê jî tevlî daxuyaniyê bûn.    BANGA RÛBIRÛNÊ KIRIN   Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe axivîn û bal kişand ser polîtikayên bêcehiştinê û banga aşkerakirina rastiyan û  rûbirûbûnê li dewletê kirin. Ji bilî Yolerî, Keskîn û Efe xizmên windayan kekê Cemîl Kirbayir Mikamîl Kirbayir, dayika Mûrat Yildiz Hanîfe Yildiz û birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî axivîn û peyamên berfdewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo windayan dan.    HAT BINÇAVKIRIN   Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ji ber ku di axaftina xwe de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re got, 'Suloyê bixeml tu yê jî rojekê beyî darizandin' piştî daxuyaniyê ji aliyê polisan ve bi lêdanê hat binçavkirin. Polisan dema binçavkirinê Yildiz xistin erdê û bi zorê wê li wesayîta binçavkirinê siwar kirin. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî vê helwesta polisan a li dijî Yildiz dan. Hat hînbûn ku polisan Yildiz birina Qereqola Polisan a Çaglayanê.