Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin 2022-05-17 15:24:19   SEMSÛR - Hevserokê DBP’a Semsûrê yê berê Mehmet Varol hate girtin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Semsûrê yê berê Mehmet Varol, di 13’ê gulanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de li Taxa Recep a Semsûrê hatibû binçavkirin. Varol ku li Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê dihat ragirtin, bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hate kirin. Dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û Varol şand girtîgehê.    Varol, di 22’yê cotmeha sala 2021’an de jî bi heman sedemê hatibû binçavkirin lê belê piştre hatibû berdan. Varol, di navbera salên 2013 û 2015’an de Hevserokatiya DBP’a Semsûrê kiribû.