Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin 2022-05-17 14:31:59   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya binpêkirinan a sala 2021’an parve kir. ÎHD’ê da zanîn ku di çarçoveya binçavkirin, girtin, mafê raman û îfadeyê de li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên di sala 2021’an de li herêma Egeyê hatine kirin, raporek amade kir û bi daxuyaniyekê parve kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rapor li gorî agahiyên ser çapemeniyên herêmî yên bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Uşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Burdur, Mugla, Balikesîr û Ispartayê hatine parvekirin, serlêdanên kesan an jî malbatan û nameyên ji girtîgehan hatine berhevkirin.    Di raporê de hat destnîşankirin ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de hem li hundir û hem jî li derve polîtîkaya şer esas tê girtin û ev jî bi xwe re pevçûn û tundiyê tîne. Hat gotin ku sedema bingehîn a binpêkirina mafên jiyanê yên sala 2021’an jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.    GIRTÎGEH    Rapor ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin. Aydin, ji ewil bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: “Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di ketin û derketina girtîgehê de bi sedemên cuda li girtiyan dixin. Tawana ‘terorîst’ li girtiyên siyasî tê kirin lewma rastî tundî, sepanên keyfî, cezayên hucreyê, cezayên disiplînê, sirgûn û hwd. tên. Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, dema dibin nexweşxane, edliye, Saziya Tipa Edlî (ATK) û hwd. destên wan tên kelemçekirin. Ev pirsgirêk ev demekî dirêje berdewam in û her ku diçe zêdetir dibin.”    Bi domdarî Aydin qala qetilkirina Denîz Poyraz kir ku di 17’ê hezîrana 2021’an de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji hêla kujer Onur Gencer ve hatibû qetilkirin. Aydin, da zanîn ku bi vê cînayetê re mafê jiyanê hatiye binpêkirin.    179 KES DI BIN ÇNAVAN DE HATIN ÎŞKENCEKIRIN   Di berdewamê de Aydin anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, mezintirîn pirsgirêka li ber nedemokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Pêvajoya şer ku demekî kin piştî 7’ê hezîrana 2015’an dest pê kir, hêj didome. Di vê navberê de rê li ber gelek binpêkirinên mafên jiyanê vekir û binpêkirinên mafên mirovan ên girîng hatin kirin. Ev binpêkirin nîşan didin ku desthilatdarî polîtîkaya şer û tundiyê ji bo domandina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Lewma ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd nebe nabe ye.”    Aydin di berdewamê de jî binpêkirinên li herêma Egeyê hatine kirin wiha parve kir:     “*Di sala 2021’an de li herêma Egeyê 598 kes hatin binçavkirin, 17 kes hatin girtin, 179 kes di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin, 172 kes di dema binçavkirinê de ji piştve hatin kelemçekirin û 68 caran jî binpêkirina mafê îfadeyê hate binpêkirin.    * Di sala 2021’an di çarçoveya binçavkirin-girtin û azadiya fikr û îfadeyê de bi giştî 1447 binpêkirin çêbûn.    * Li gorî agahiyên li ber destê me, di qada zarokan de 258 binpêkirin çêbûn. 32 zarok rastî lêdan û tundiyê hatin, 110 zarok li dibistanan jehrî bûn, 37 zarok jî rastî tacîz û îstîsmara zayendî hatin.    * Li dijî jinan 645 binpêkirin hatine kirin. 76 binpêkirinên derb û tundiyê, 24 binpêkirinên tacîz û destdirêjiyê, 64 cînayetên jinan, 49 binpêkirinbên daxistina ceza û bêcezakirinê, 106 binpêkirina neçarîkirina fihûşê, jinên aktîvîst 44 caran hatin binçavkirin, şopandin û lêpirsîn derheqê wan de hate vekirin û 37 binpêkirinên heqareta di dema binçavkirinê de hatin kirin.    * 16 hezar û 512 penaberan hewl dan derkevin derveyî welat. 3 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan, 107 penaberên karker hatin binçavkirin, 105 penaber ji keştiyên noqî avê bûyîn hatin rizgarkirin û 167 penaber jî hatin dersînorkirin.    * Di sala 2021’an de li dijî penaberan bi giştî 17 hezar û 83 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin.    * Di qada xebatê de 2 hezar û 164 binpêkirinên mafan çêbûne. Di sala 2021’an de 291 karker birîndar bûn, 80 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 200 karker ji kar hatin avêtin, 760 karker bi darê zorê şandin destûra bêheqdest, 27 hezar û 507 mamoste ji ber perwerdeya rû bi rû bi şewba Covîd-19’ê ketin û rastî sepana mobbîngê hatin.    * Li gorî daneyên ku me li gorî serlêdanên xwe berhev kirine; girtiyên li girtîgehan rastî 43 cureyên binpêkirinan hatine. 2 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 8 girtiyên nexweş hene, 15 caran mafê tedawî û tenduristiyê hate binpêkirin, 38 girtî ji mafê berdana bikontrol bêpar man, qawîşa 13 girtiyan bi darê zorê hate guherandin û 10 caran jî mafê werzîş û derketina hevdîtina vekirî hate binpêkirin.    * Di sala 2021’an de 196 binpêkirinên hawirdorê hatin kirin. 24 şewatên daristanan derketin, di encama şewatên daristanan de 49 kes birîndar bûn, 54 JES (Santralên Jeo Termal) û 15 texrîbatên hawirdorê hatine kirin. Di heman demê de 648 binpêkirinên mafê jiyanê, 384 derb, tundî, birîndarî, êrişa çekdarî, 119 pol hilgirtin karantînayê, 235 xwendekar bi koronayê ketin û 11 xwekuştin pêk hatine.    * Li gorî daneyên ber dest, di sala 2021’an de 23 hezar û 468 binpêkirin hatine kirin.”