Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt 2022-05-17 11:23:00 AMED - Endam û rêveberên HDP’ê yên ji bo Konferansa Herêma Amedê ya HDP’ê kom bûn, bertek nîşanî nokteya polîsan ku li ber eywanê danîbû dan û rê li trafîkê girtin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa Herêma Amedê li eywanek dawetê ya li navçeya Peyasê li dar dixe. Polîsan li ber eywana dê konferans lê bê lidarxistin barîkat ango nokteya lêgerînê danîn. Bi sedan endam û rêveberên HDP’ê yên ji bo konferansê kom bûn bertek nîşanî astengkirina polîsan dan û cadeya diçe Stadê li trafîkê girtin.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel jî di nav de bi serdan endam û rêveberên partiyê bi êrişa polîsan re rûbirû man. Polîsan gaza îstê reşand ser girseyê û endamê HDP’ê Çekdar Budak binçav kirin. Girseyê dirûşman berz kir û demek dirêj rê li trafîkê girt.    Pişt re rêveber û girse derbasî eraziyê vala yê li ber eywanê bû û konferansa xwe li derve li dar xist.