Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim 2022-05-17 09:39:39   ŞIRNEX - Dayika Şirîn Tatli ya ku dewleta tirk hevjînê wê û PDK’ê jî birayê wê qetil kir wiha got: “Di dinyayê de ez ê wan efû nekim.”    Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 26’ê Tîrmeha 2021’an de li nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê komek endamên HPG’ê dîl girti bû. Yek ji 3 endamên HPG’ê yê ku hatine dîl girtin jî Ayhan Tatli ye. Tevî hemû hewldanên malbata Tatli heta niha jî ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Ji her sê endaman 178 roj in agahî nayê girtin. Malbat bi mehane li benda agahiyekî ye. Lê herî dawî ji aliyê şêniyên herêmê ve hate ragihandin ku endamên HPG’ê hatine qetilkirin.    Hevjînê xwîşka Tatli Şirîn Tatli (65), Ahmet Nas di sala 1992'an de li navçeya Hezexê ji aliyê dewletê ve bi 30 guleyan tê qetilkirin. Faîlên Nas ku cenazeyê wî bi guleyan perçe perçe bû, heta niha jî nehatine dîtin. Tatli piştî hevjînê wê hate qetilkirin, 4 zarokên xwe bi şert û mercên herî giran de mezin kirin. Wê demê zarokê Tatli yê ku herî mezin 10 salî bû. Tatli ya ku barekî giran kete ser milan, bi koçertiyê zarokên xwe mezin kirin. Dayik Tatli niha jî li bendê ye ku ji birayê xwe yê di destê PDK’ê de agahiyekî bigire. Bi ser kuştina hevjînê wê re 30 sal derbas bûn, lê birînên Tatli hêj jî nehatine kewandin. Tatli niha dixwaze ku ji birayê xwe agahiyekî bistîne. Tatli, têkildarî mijarê û serpêhatiyên xwe ji Ajansa me re axivî.    ‘HAT RAGIHANDIN KU HATINE KUŞTIN’    Tatli,diyar kir ku ew bi rojane hêviyê ne ku agahiyekî ji birayê xwe bistînin û wiha got: “Ez bixwe neçûm Başûr. Lê birayên min çûbûn. Dema ku çûn wir jî xwestine ku ji asayîşê agahî bigirin, lê tu agahî nedane wan. Piştî ku ji wir hatin hin rayedaran telefon kir û got ku ‘Sax in û di destê PDK’ê de ne’. Lê belê heta niha me tu agahî negirtin. Hewldanên me yên bidestxistina agahiyekî berdewam dikin. Lê em her carê jî dest vala vedigerin. Di van rojên dawî de jî gundiyên wê derê agahî dane û gotine, ‘Kuştine û li gund defin kirine’ Em nizanin ku aqûbeta wan çiye. Ji 3’yê Tebaxê heta niha winda ne. Hatibin kuştin, an jî hatibin girtin nizanin.”   ‘DIXWAZIM AGAHIYEKÎ BIGIRIM’   Tatli, bertek nîşanî dijminatiya PDK'ê ya li dijî gelê kurd da û wiha berdewam kir: “Ev ne însanetiye. Em kurd in û xwîna me hemûyan yek e. Em wan kesên ku dibin sedemê birakujiyê şermezar dikin. Gelê xwe bi Erdogan re diguherîne. Em kurd in Erdogan kî ye? Erdogan êrişî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Garê dike. Ma qey Xwedayê Barzanî tune ye, nabîne. Nabîne ku xwîna zarokên gelê wî tê rijandin. Yeke weke min dibîne. Ev 30 sal in ez mereq dikim ku faîlên hevjînê xwe bibînim. Divê ku mirov şerim bike. Dema ku Barzanî bi Erdogan re hevdîtin dike, em li vir diqehirin. Birayên min sax be, mirî be nizanim, dixwazim ku agahiyekê jê bigirim.”   ‘EM NAXWAZIN KURD BIRAKUJIYÊ BIKIN’   Tatli, da zanîn ku hevjînê wê jî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qetilkirin û got: “Hevjînê min dema ku ji malê derketî hate qetilkirin. Ev 30 sal in ez li bendê me ku faîlên hevjînê min aşkere bibin. Birayê min jî ev saleke ji aliyê PDK’ê ve hatiye dilgirtin, kuşti bin girti bin nizanim. Dewleta tirk hevjînê min, Barzanî jî birayê min wenda kir. Di dinyayê de ez ê wan efû nekim. Lê belê em ji aşitiyê re amade ne. Em hevalên aştîxwazanin. Birayê min kuştibin jî dîsa em yêkitiyê dixwazin. Em naxwazin kurd birakujiyê bikin.”