Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin 2022-05-17 09:05:10   ÊLIH - Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses ku têkildarî hedefgirtina baroyê de axivî, got: "Em ê her tim ji bo mafên mirovan û hiqûqê bixebitin."    Baroya Êlihê ku binpêkirinên mafan, zextên li ser endamên xwe û tahdeya tê kirin dişope, di hedefa çapemeniya nêzî desthilatê de ye. Baroyê hefteya borî têkildarî êrişa li ser endama xwe Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Ayşe Acar Başaranê de ku li ber Navenda Giştî ya HDP'ê bi êrişa polîsan re rû bi rû mabû, daxuyanî dabû û piştevaniya xwe ya ji bo Acarê ragihandibû. Piştî vê çapemeniya nêzî desthilatê baroyê hedef girtibû.    Serokê Baroyê Erkan Şenses, têkildarî êrişa li ser baroyê got: "Ev êriş tenê li hember parêzeran li her derî heye. Ji bo bidawîbûna vana em ê bi awayekî topyekûn dest bi têkoşînê bikin. Çi bikeve ser milê me em amade ne bikin."    ‘POLÎSÊ ÊRIŞKAR HÊ JÎ LI SER KAR E'   Şenses, bibîr xist ku di êrişa polîsan de poz û diranên endamê wan parêzera Orhan Alhpan şikiyan e û wiha got: "Ji bo polîsê tahdekar bê cezakirin em ê vê dozê bişopînin. Qanna parêzerê di dema êrişa li ser parêzerekî de mafê alîgiriyê dide hevpîşeyên wî. Gelek baroyan têkildarî vê bûyerê peyam belav kirin. Em daketin qadan. Heya ew polîs bê cezakirin em ê bitêkoşin."    Şenses, li ser çapemeniya desthilatê ya ew kirine hedef jî sekinî û wiha axivî: "Ayşe Acara Başaran hem wekîla bajarê me ye hem jî endama baroya me ye. Lewma ne pêkan e em êrişeke wisa ji nedîtî ve bibînin. Li holê gefxwarineke ku vîna gel heye." Şenses têkildarî gefan de got: "Ger lêpirsîneke edlî û îdarî neyê destpêkirin, dê ev yek pêşî li ber xebatên partiyên siyasî bigire. Li gor rojnameya Akîtê parastina parlementerekî/e HDP'ê nayê qebûlkirin. Lewma vê êrişa rojnameyê bi me pri ecêb nehat. Gelek baroyan li hemberî vê êrişê peyamên piştevaniyê parve kirin. Ev piştevanî ji bo me biqîmet e."    Şenses, di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê her tim ji bo mafên mirovan û hiqûqê bixebitin."