Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin 2022-05-17 09:01:42   AMED - Huseyîn Beyoglû yê AKP'î ku paldanka Serokatiya Şaredariya Rezan dagir kiriye, neguhêzbara li Parqa Ayşe Şan ji bo salekê dewrî Serokatiya Ragihandinê kir.    Di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de li navçeya Rezan a Amedê, namzetê HDP'ê Zeyat Ceylan ji sedî 71'ê dengan girtibû û weke hevşaredar hatibû hilbijartin. lê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), bi hinceta ku Ceylan bi KHK'ê hi kar hatibû avêtin mazbatayê neda Ceylan û namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû weke şaredar tayînî Şaredariya Rezan kir. Beyoglû, ji roja ku paldanka Serokatiya Şaredariya Rezan dagir kiriye ve nêguhezbarên şaredariyê pêşkêşî dike.    Di civîna Meclisa Şaredariya Rezan a meha nîsanê de Huseyîn Beyoglû yê AKP'î, neguhêzbara li Parqa Ayşe Şan a li navçeyê ji bo salekê dewrî Serokatiya Ragihandinê kir.    HDP'Î DIJ DERKETIN   Miduriyeta Îstîmlaq û Emlaqê ya Şaredariya Rezan, di 28'ê adarê de derbarê mijarê de pêşniyaz pêşkêşî meclisa şaredarê kir. Miduriyetê, di pêşniyazê de bi hinceta ku wê avahiya Miduriyeta Herêma Amedê ya Serokatiya Ragihandinê bê sererastkirin xwest ku neguhêzbara li Parqa Ayşe Şan ji bo 12 mehan dewrî Serokatiya Ragihandinê bê kirin.    Piştî vê li meclisê ji bo pêşniyazê dengdanê hat kirin. Di dengdanê de endamên meclisê yên HDP'î li dijî pêşniyazê derketin û dengê "na" bi kar anîn. Di encama dengdanê de pêşniyaz li dijî 17 dengê "na" bi 20 dengên "erê" hat qebûlkirin.    MA / Mujdat Can