Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin 2022-05-17 08:40:39   ÊLIH - Cenazeyê Vedat Demîr ê di şerekî li Geverê de jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Vedat Demîr (Serhat Tolhildan) ku di 3’yê Tîrmeha 2021’an de di şerekî li navçeya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Girbereşk ê Êlihê hate veşartin. Malbatê piştî 10 meh şunde cenaze li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê ya Wanê teşhîs kir û anîn Êlihê.    Leşker û polîsên ku gund dorpêç kirin, nehiştin ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe. Cenazeyê Demîr, ji aliyê ferdên malbatê ve hate veşartin, girseyeke qelebalix jî di ketina goristanê hate sekinandin.