Amedsporê ji play-offê xatir xwest 2022-05-16 23:23:40   AMED- Amedsporê di lîstika dudoyan a play-offê de li qada xwe bi Tarsûs Îdmanyûrdûsporê re lîst û di penaltiyan de 7-6 têk çû. Amedsporê bi vê encamê xatir ji play-offê xwest.   Amedsporê ku di Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze û ji bo lîga yekê li ber xwe dida, îro di lîstika dudoyan a play-offê de li qada xwe bi Tarsûs Îdmanyûrdûsporê re lîst.  Beriya lîstikê alîgirên Amedsporê qad heya ber dev tije kirin. Alîgiran heya deqeya dawî jî piştgiriya tîma xwe kirin. Her wiha polîsan nehişt bi hezaran alîgir jî têkevin qadê.    Amedsporê bi bandor dest bi lîstikê kir. Di deqeya 24'an de Ustun Bîlgîn golek avêt, lê dadwerê alîgir alaya ofsaytê rakir û gola wî nehat hesibandin. Bi vî awayî dewra ewil a lîstikê wekî hev bi dawî bû. Di dewra dudoyan de Amedsporê cardin bi bandor dest bi lîstikê kir û heya deqeya 90'î gelek pozîsyonên girîng bi dest xistin.    Dewra dudoyan jî wekî hev temam bû. Ji ber ku 90 deqe wekî hev temam bû, vê carê dem hat dirêjkirin û 30 deqeyên din jî hat lîstin. Lê di vî 30 deqeyî de jî gol çênebûn û vê carê dest bi penaltiyan hat kirin.   Di penaltiyan de Amedsporê 7-6 têk çû û ji play-offê xatir xwest