Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran 2022-05-16 19:01:33   ŞIRNEX - Li ser Çiyayê Cûdiyê helkopter û SÎHA diçin û tên.   Operasyona eskerî ku hefteya borî bi tevlîbûna esker û cerdevanan li Çiyayê Cûdiyê hatibû destpêkirin, hê jî didome. Duh di çarçoveya operasyonê de çûna gundên Şilerît, Serêdehlê, Avgamasîya Kevin û Cifanê hatibû qedexekirin.   Her wiha li ser Çiyayê Cûdî bênavber helîkopter û Amûrên Hewayê yên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) digerin.