ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 2022-05-16 18:48:18   ÊLIH – ARÎ-DER'ê bi çalakiyeke ji bo zarokan 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Mele Evdilayê Timoqî ji bo zarokan çalakliyek li dar xist. Di çalakiyê de ji bo zarokan çîrok hatin gotin û palyaço lîstin. Zarokan di çalakiyê de bi hev re strana "Zimanê Kurdî" ya Aram Tîgran got.    Her wiha di çalakiyê de pirtûkên boyaxê, lênûsk, pênûs û pêlîstok jî hatin belavkirin.   Çalakî bi govendgerandinê bi dawî bû.