Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin 2022-05-16 13:46:48   COLEMÊRG – Kesekê ku li ser telefonê bi hejmara nepen li Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglu geriyayî, gefa kuştinê lê xwar. Parastvanên mafên mirovan jî ev hewldan protesto kirin û gotin: “Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî gefa ku li ser telefonê li hevserokê wan parêzer Yûsûf Çobanoglu hatiye xwarin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Edliyeya Geverê hate dayîn û nûnerên Baroya Colemêrgê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Colemêrgê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê, Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Bajêr,  Şaxa Genel-Îş û Şaxa Yekitiya Odeya Esnaf û Pîşekaran (HSOB) a Colemêrgê di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Eren Baskin axivî. Baskin, bal kişand ser zext û tundiya li ser saziyên siyasetê û rêxistinên civaka sivîl û wiha got: “Derdorên ku dixwazin welatekî ku siyasetmedar nekarin siyasetê lê bikin, rêxistinên civaka sivîl nekarin ji bo civakê kar û barên baş bikin biafirînin, her roj bi skandalên cuda derdikevin pêşberî me.”    Baskin, destnîşan kir ku polîtîkaya qirkirinê ya li dijî siyasetmedaran tê kirin, niha li dijî rêxistina civaka sivîl û parastvanên mafên mirovan jî tê meşandin û wiha domand: “Herî dawî li ser hejmareke nepen li Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Çobanoglu geriyan û gef lê xwarin. Em baş pê dizanin ku di encama êrişên barbar ên li dijî parastvanên mafên mirovan de bi dehan kes hatin qetilkirin. Dixwestin bi vê yekê tirsê belav bikin lê em tu carî netirsiyan û me nehêla ku alaya hevalên me bikeve erdê. Em ê ji vir û şûnde nehêlin ku bikeve erdê. Banga me ji bo wan kesên li ser hejmarên nepen û bi navê dewletê digerin ev e; baş li dîrokê binêrin, we Vedat Aydin kuşt lê ma ev têkoşîn qet bêxwedî ma? Ma encamek ji van zextan hate bidestxistin? Li dîrokê binêrin, bi hezaran kurd hatin qetilkirin lê ma kurdan dev ji kurdbûn û axaftina bi kurdî berdan? Lê yên ku Vedat Aydin, Mûsa Anter, Medet Serhat qetilkirin û li ser hejmarên nepen bi navê dewletê gefan li hemwelatiyan dixwin, bi rûreşî derketin pêşberî zarokên xwe. Em ê vê derê ji barbarên ku li ser hejmarên nepen gefa kuştinê dixwin re nehêlin.”    BANG LI WALÎTÎ Û QEYMEQAMTIYÊ KIRIN   Herî dawî jî Baskin bang li waliyê bajêr û qeyemeqamê Geverê kir û ev tişt anî ziman: “Gumana tu kesî jê nîne ku li Colemêrgê telefona her kesî tê guhdarîkirin. Baş e kesên ku li ser telefonê li Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglu geriyayîn û gefa kuştinê lê xwarîn kî ne? Derdorên paramîlîter ên ku li nava dewletê hatine bicihkirin, bi heman awayî li welatiyên me yên din jî digerin û gefan lê dixwin. Divê bê zanîn ku berpirsyarê her tiştekî ji van gefan diqewime, rayedarên ku ji bo pêşîlêgirtina vê tevdîr negirtine ne. Divê hemû derdor baş bizanin ku em ê rê nedin yek cînayeteke kiryarnediyar. Çobanoglu bi tenê nîne.”