Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir 2022-05-16 13:07:14   COLEMÊRG - Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê bandoreke neyînî li Colemêrg û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên tozê û barana heriyê li bajar jiyan hate asta sekinandinê.    Bahoza tozê ya ji paytexta Iraq Bexdaya tê, bandoreke neyînî li Colemêrg û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên mezin ên bahoza tozê, navend û navçeyên Colemêrgê tarî bûn û mesafeya dîtinê gelek kêm bû. Her wiha ewrên tozê, barana heriyê ku navber navber dibare jî bandoreke neyînî li welatiyan kir û welatî li dijî vê bi derfetên xwe bergiriyan digirin.