Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin 2022-05-15 20:06:46   ŞIRNEX - Cenazeyê girtiyê nexweşê giran Abdûllah Ece, bi tev li bûna sedan kesan li gundê Bana yê navçeya Basayê hate veşartin.    Cenazeyê girtiyê nexweşê giran Abdullah Ece (73) yê li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê dihat ragirtin û piştî bi koronayê ketibû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî girseyî li gundê Bana yên navçeya Basa ya Şirnexê hate veşartin. Cenazeyê Ece ku duh jiyana xwe ji dest dabû, bi balafirê anîn Şirnexê. Parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên navend û navçeyan ên partiyê, rêveberên MEBYA-DER’ê û bi sedan kesan cenazeyê Ece li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwazî kirin. Cenazeyê Ece yê bi konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk dihat anîn gundê Bana yê Basayê, ji bo wecîbeyên wî yên olî pêk bînin birin mizgefta gund.    Cenazeyê Ece yê bi rengên kesk û sor û zer hatibû pêçandin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” li goristana gund hate veşartin.     DIJMINATIYA LI DIJÎ GELÊ KURD   Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ê di goristanê de axivî, wiha got: “Ew, ew kesên ku li dijî zilm û zordariyê ji bo azadiya gelê xwe ji bo heq û hiqûqê têdikoşinin. Gelê kurd li dijî tu gelan dijminatiyê nake. Axa kesê dagir nake û nasnameya kesê înkar nake. Lê serdest van hemûyan li dijî kurd dikin. Nahêlin ku gelê kurd li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. An li serê çiyayekî me dikujin an jî li girtîgehê. Girtîgeh îro vegeriyane malên darvekirinê. Bi dehan hevalên me ji ber zordestiyê jiyana xwe ji dest dan. Ew munafik in. Gotinên wan û kirinên wan ne yek in. Hevalê me yê Abdûllah jî ji bo maf, hiqûq û azadiyê jiyana xwe ji dest da.”   Malbata Ece wê li gundê Bana şînê qebûl bike.