Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin 2022-05-15 13:17:21   COLEMÊRG – Leşkerên tirk 40 roj in li gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê bi cih bûne û gunddorpêç kirine. Ji ber vê dorpêçê û zexta leşkeran 35 malên gund neçar mane ji gund derkevin.    Di 21'ê adarê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di wesayîta polis A.K. de 52 kîlo û 500 gram teqemenî hat girtin. Ji vê roje ve ev 40 roj in gundê Şikeftan ê navçeya Şemşînan a Colemêrgê di bin dorpêça leşkeran de ye. Dema ku ev teqemenî hatibû girtin Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, derbarê mijarê de daxuyanî dabû û angaşt kiribû ku wesayîta teqemenî lê barkirî ji başurê Kurdistanê anîne Şemzînanê û hedef jî Stenbol bûye. Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî vê daxuyaniya Soylû hat vekirin de gundê Şikeftan ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Bi angaşta ku "hişbir lê hatiye bakirin" leşker têketina gund qedexe kirine û 40 roj in destûr nayê dayîn ku kes bikeve.    ‘PEZÊ XWE BIFIROŞÎN Û JI GUND DERKEVIN’   Cendirmeyên ku 40 roj in li gundê Şikeftan e zextê li gundiyan dikin û wan neçarî koçberiyê dikin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin; leşker nahêlin ku gundî ji malên xwe derkevin û zextê li gundiyan dikin ku pezê xwe bifiroşin. Hat zanin ku ji ber vê zexta leşkeran û astengkirina wan gundî pezê xwe nebin zozanan. Leşker nahêlin gundî biçin giyayên kom kirine bînin bifiroşin û debara xwe pê bikin. Li ser pirskirina gundiyan leşkeran gotiye ku gundê wan qada "teror" û qaçaxçîtiyê ye û ji ber vê yekê astengiyan ji wan re derdixin. Gundiyên ku nikarin zêdetirî 100 metreyî dûrî mala xwe biçin, diyar kirin ku di rewşeke pir nexweş de dijîn. Leşkeran, ji gundiyan re gotiye ku pezê xwe bifiroşin û ji gund derkevin.    JI BER ZEXTEN 35 MAL GUND DERKETINE   Hate diyarkirin ku ji ber van zextên leşkeran ji 50 malên gund 35 mal pezê xwe firotine û ji gund derketine û tenê 15 mal di gund de mane. Ji van malan jî 14 jê ji bo ku ji gund derkevin pezê xwe firotine û mala ku pezê xwe nefirotiye jî timik ji aliyê leşkeran ve tacîzkirin. Gundiyan, ragihand ku piştî êrişa Tirkiyeyê ya di 17'ê nîsanê de li dijî Başûr dest pê kiriye zextên li ser wan zêdetir bûne û nêzî 10 rojan e ava wan hatiye birîn. Gundiyan, destnîşan kir ku rexmî mexdûriyeta xwe ji rayedaran re ragihandine jî kes ji wan re nabe alîkar. Kesên ku ji gund derdikevin di lêgerîneke bi hurgûlî re tên derbaskirin.