Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr 2022-05-15 12:13:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku di nav mehekê de di êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de 427 leşker hatine kuştin.    Êrişên ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin, ji hewayî û bejahî ve didomin. Li gor agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, Navenda Ragihandina Çapameniyê ya HPG'ê, bîlançoya mehekê ya êrişan bi daxuyaniyekê aşkera kiriye û ragihandiye ku Tirkiyeyê di nava mehekê de 917 caran herêmê bi balefirên şer bombebaran kiriye.   BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYASAL   Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Tirkiye di van êrişan de 164 caran çekên kîmyevî bi kar aniye û "sûcê şer" kiriye.    Li gorî daxuyaniyê 25 endmên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane, di pevçûnên ku derketine de 427 leşker û cerdevan jî hatine kuştine û 88 kes jî birîndar bûne.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku helîkoptereke bi tîpa Skorsky hatiye xistin û tevî îmhakirina tangekî gelek amûrên leşkerî jî hatine destxistin.