Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma 2022-05-15 09:14:31   ŞIRNEX - Yek ji pêşengê têkoşîna kurd Huseyîn Gunduz ê ku 30 sal beriya niha teslîmiyet qebûl nekir û jiyana xwe ji da, mal û bîranîn wî hatine şewitandin. Tenê wêneyê wî yê ku di girtîgehê de girtiye maye. Wêneyê wî ku bi kadroyên PKK'ê re girtiye niha jî li heman odeyê daliqandî ye.    Di salên 1980’î de bi dehan pêşengên têkoşîna gelê kurd li Tirkiyeyê hatin girtin. Pêşengên ku hatin girtin jî hemû li Zindana Amedê ya ku bi îşkenceya hovane tê zanîn hatin ragirtin. Yek ji van girtiyan jî Huseyîn Gunduz ê 45 salî bû. Gunduz, li gundê Girgewrê yê bi ser navçeya Silopiyaya Şirnexê ve di sala 1980'î de hat girtin. Gunduz ê ku 6 zarokên wî hebûn, di girtîgehê de rastî hemû rêbazên îşkenceyê tê. 7 salan bi damezrînerên PKK'ê yê weke Sakîne Cansiz re jî di heman girtîgehê de dimîne. Gunduz ê ku di sala 1990'an de ji girtîgehê de derdikeve vê carê jî rastî zext û gefan tê. Gunduz ê ku teslîmiyetê qebûl nake, li gund xwe di stargehekî de vedişêre. Lê di sala 1993'yan de bi sedan leşker diavêjin ser gund û leşker dixwazin ku Gunduz teslîmî wan bibe. Lêbelê Gunduz vê daxwaza dewletê qebûl nake û mayinê bi xwe ve diteqîne. Gunduz ê ku jiyana xwe ji dest dide vê carê jî leşker nahêlin ku cenazeyê wî yê perçe bûyî ji hêla malbatê ve bê rakirin.    EW WÊNE LI ODEYÊ DALIQANDÎ YE    Mala Gunduz tê şewitandin û hilweşandin.Gundî perçeyên Gunduz kom dikin û li goristana gund defin dikin. Bîranînên ku Gunduz ji zarokên xwe re hiştine jî yek bi yek tên şewitandin. Lê belê di nava wan bîranînên ku dişewitinin de tenê wêneyek dimîne, ew jî ew wêne yê ku Gunduz di girtîgehê de bi hevalên xwe re girtiye. Di ser bûyerê re 30 sal derbas bûn, lê ew wêneyê ku Gunduz bi hevalên xwe re di girtîgehê de girtiye, niha jî li dîwarê odeyê ve daliqandî ye.    'BAVÊ MIN TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR'    Keça Huseyîn Gunduz, Fatma Gunduz (40) diyar kir ku di wan salan de her tim zext û gefên dewletê li ser wan hebûn û wiha got: “Bavê min teslîmiyetê qebûl nekir û di ber têkoşîna pê bawer bû de jî jiyana xwe ji dest da. Beriya bavê min bê girtin, gef lê hatine xwarin. Piştî ku bavê min hat girtin 7 salan di girtîgehê de ma. Îşkenceyeke gelek mezin li girtiyên Zindana Amedê dihat kirin. Diranên wî hatibûn şikandin. Her wiha bi ceyranê îşkence lê kiribûn. Her cûre îşkence li wan kirine. Piştî ku hat berdan jî her gef lê dihatin xwarin. Ji ber ku teslîm nebe bavê min xwe vedişêrê. Mal û gundê me her tim di dorpêça leşkeran de bû. Her roj bi ser mala me de digirtin. Digotin, 'Heke ku teslîm nebe, em ê gund bişewitinin'. Bêbextî lê dihat kirin.    Bavê min hevalek dost bû û tim bi hevalên xew re tiştan parve dikir. Bavê min bo neyê girtin xwe di stargehekî de vedişartibû. Li ser mala me de girtin û me got ne li malê ye. Her wêne û kincên bavê min birin û şewitandin. Dora seat didoyê nîvro hin hêzên leşkerî ji Amedê hatin. Ji bo teslîm girtina bavê min hatibûn. Ji Silopiya heta ku gund karwana wesayitên leşkeran dirêj bûbû. Hemû tîmên taybet bûn û avêtin ser mala. Mala me hemû komkirin û agir berdanê. Piştî ku ketin hewşa malê de stargeha ku bavê min xwe tê de diveşart dîtin. Me wisa fikirî ku bavê min xwe rizgar kiriye. Lê wisa nebû. Li ser stargehê de girtin. Li dijî vê di navbera wan û bavê min de şer derket. Bavê min teslîmiyet qebûl nekir û mayinê bi xwe ve teqand."    DI NAV MALA ŞEWITÎ DE TENÊ WÊNEYEK DIMÎNE!    Gunduz diyar kir ku ji bo wergirtin û veşartina cenaze û şîna bavê wê gelek astengî hatibûn derxistin û got: “Kî bihata şîna bavê min dihat girtin û îşkence lê dihat kirin. Piştî ku mala me şewitandin û bavê min kuştin, ji me re tenê ev wêneyê wî yê ku di Zindana Amedê de kişandibû ma. Tu wêneyên wî ji me re neman. Di nav tiştên mala me ya şewitandî de tenê ev wêneye ji me re ma. Ew jî me mezin kir û bi diwarê odeyê ve daliqand."     ‘TÊKOŞÎNA BAVÊ XWE DIDOMÎNIM’    Gunduz da zanîn ku piştî ku bavê wê di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da wê jî di nav têkoşînê de cihê xwe girt û wiha got: "Min xwest ala têkoşîna bavê xwe hildim. Ez ê her têkoşîna bavê xwe û doza Kurdistanê bidomînim.”    'SAL GUHERÎN, LÊ HEMAN ÎŞKENCE DIDOME'   Gunduz bal kişand ser îşkenceya ku niha li girtîgehan tê kirin û da zanîn ku hê jî li girtîgehan îşkence û zilm didome û got: "Hê jî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Sal û dinya guherîn lê heman hişmendî û heman îşkence didome. Tu guhertinek çênebûye.”    MA / Zeynep Durgut