ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-15 09:00:00 * Sewlvanên ku ji ber qedexekirinê nikarin biçin zozanan, anîn ziman ku ji ber bihabûnê û qedexekirina zozanan nikarin debara xwe bikin.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji Enqereyê midûrên dema Melîh Gokçek ên ku bi karên biqusûr tên naskirin aniye daniye ser MARSÛ'yê ku nêzî milyarek deynê wê çêbûye.    * Dengbêjên jin ku ji ber dengbêjiya xwe bi salan li hemberî tahdeya mêran û ji ber zimanê xwe jî bi salan li hemberî tahdeya dewletê têkoşiyane, gotin: "Em ê her tim bi kurdî biaxivin û dengbêjiyê bikin."    * Li navçeya Elkê malbatên ku çek danîne û dest ji cerdevantiyê berdana bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê tên kirin û bang li cerdevanên ku tevli van êrişan bûne jî kirin û gotin: “Dev ji cerdevantiyê berdin û çekên xwe daynin. Kesên ku çek didin destên xwe û diçin, îxanetê bi gelê xwe re dikin. Ji vê rêya şaş vegerin.”   * Kinê Xidir ku di tekoşînên li dijî Şengalê de herê pêş de cih digire got: "Heya ku em yek kes dimînin û heya dilopek xwîn di canê me de bimîne em terka vê derê nakin."   * Li Elkê malbatên cerdewanên ku çek berdana gotin diyar kirin ku ew li hember şer in û wiha gotin: "Cerdewantiyê û çekên xwe berdin. Yên ku çek girtine destên xwe bila dawî li vê îxanetê bînin.    * Li Amedê partiyên siyasî û saziyên sivîl di çarçoveya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê li Navçeya Rêzan heya Parqa Koşûyolê dê bimeşin.    *Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 433'emîn de berdewam dike.    * Zimanê kurdî bi polîtikayên asîmîlasyonê ji qadên cemaweriyê ên perwerde, tenduristî, hiqûq û siyasetê tûne tê hesibandin. Zanyarên bal kişandin ser tûndiyan û ji bo parastinê banga kurdî axaftinê kirin.    * Ji ber 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê li gelek bajaran daxuyanî bên xwendin û meş û çalakî bên lidarxistin. (10.00-16.00)   * Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest dabû Abdûllah Ece dê li gundê Bana ê girêdayî navçeya (Guçlukkonak) dê bê definkirin.