Li Amedê esnafekî xwe kuşt 2022-05-14 20:20:09   AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê esnafekî ji ber rewşa aborî xwe kuşt.    Li navçeya Sûrê ya Amedê esnaf Selîm Bayrak ê 63 salî ji ber rewşa aborî xwe kuşt. Bûyer li Kolana Mêrga Ehmedê li texma Japon Pasajiyê qewimî. Kesên li derdorê piştî bi bûyerê hesiyan, haya tenduristkaran pê xistin. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê tevî hemû hewldanan jî nikaribûn Bayrak xelas bikin.    Cenazeyê Bayrak ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK). Têkildarî bûyerê jî lêpirsîn hat destpêkirin.