Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin 2022-05-14 18:30:20   NAVENDA NÛÇEYAN - 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyan bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Qoser a Mêrdînê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakiyeke hevpar li dar xistin. Çalakî li taxan ji bo zarokan hat lidarxistin. Bi sedan zarok tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Koroya Zarokan a Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ji bo zarokan stran gotin. Her wiha di çalakiyê de li erbaneyê hat xistin û palyaço jî lîstin. Di çalakiyê de ji xeynî stranan çîrok jî hatin gotin û helbest jî hatin xwendin. Di çalakiyê de dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" hat berzkirin.    Di dawiya çalakiyê de pirtûkên çîrokan li zarokan hatin belavkirin.    ÊLIH    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arîyê (ARÎ-DER) jî li Êlihê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Salih Ozdemîr û Kînemê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de çîrokên bi kurdî hatin gotin. Di çalakiyê de ku palyaço jî lîstin, zarokan strana "Zimanê Kurdî" bi hev re gotin.    Di çalakiyê de pirtûkên boyaxê, lênûsk, pênûs û pêlîstok hatin belavkirin.    Çalakî bi govend gerandinê bi dawî bû.    RIHA   Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî konserek li dar xist. Konser li Hêwana Konferansê ya Tahir Elçî hat lidarxistin. Li hêwanê pankarta li ser "Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be" nivîsandî hat daliqandin. Bi sedan kes tevli konserê bûn.    Beriya Konserê endama OHD a Şaxa Rihayê Ayşe Şehrîban Demîral axivî. Demîral Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser astengiyên li ber kurdî. Demîral, li ser polîtîkayên bişavtinê û otobişavtinê yên li hemberî kurdî sekinî û got, ew OHD li dijî hemû qedexe û astengiyan têdikoşin û dê têkoşîna xwe mezintir bikin.    Hunermend Kasim Taşdogan, bi stranên xwe bandor li guhdarvanan kir. Konser bi govendgerandinê bi dawî bû.    WAN   Baroya Wanê di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakiya bi navê" Çîrokên Dengbêjan" li dar xist. Çalakî li Hêwana Konferansê ya Tahir Elçî hat lidarxistin. Çîrokbêj Ayhan Erkmen bi çîrokan û Dengbêj Keremê Jîrkî jî bi kilaman çalakiyê şên kirin. Ewilî Erkmen çîrok gotin û bi dû re jî Dengbêj Jîrkî kilam gotin.   Kesên tevli çalakiyê bûn li ber kilaman govendgerandin.