Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin 2022-05-14 16:14:29   ŞIRNEX - Li gundê Xabûr-2 ku weke navenda baregeha leşkerî ya cerdevanên ber bi sînor ve hatine şandin tê bikaranîn, cerdevan di bin navê perwerdeyê de bi awayekî rasthatî li derdorê guleyan direşînin.    Cerdevanên ku di çarçoveya êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de ber bi herêmê ve hatine şandin, li yekîneyên leşkeran tên perwerdekirin. Li yekîneya leşkerî ya li gundê Xabûr-2 ê Qileban a Şirnexê ku weke baregeha leşkerî ya cerdevanan tê bikaranîn, cerdevan tên perwerdekirin. Cerdevan, di bin navê perwerdeyê de li derdorê bi awayekî rasthatî guleyan direşînin. Ji ber guleyên bi awayekî rasthatî li herêmê tên barandin, xelkê herêmê nikare sewalên xwe li derdorê biçêrîne û bi xetereyeke mezin re rû bi rû mane.