'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’ 2022-05-14 16:04:33 RIHA - Baroya Rihayê û OHD’ê panelên ziman li dar xistin. Di panelan de girîngiya ziman bigihîje nifşên siberojê hat nîşaşkirin û divê li dijî asîmîlasyonê berxwedan berdewam bike.  Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û Baroya Rihayê bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê panelên cuda li dar xistin.    OHD’ê li Eywana Odeya Endezyarên Çandiniyê panela ziman li dar xist û pankarta “Cejna zimanê kurdî piroz be” daliqand. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û nivîskar-rojnamevan Roza Metîna wek axivêr tev li panelê bûn.   Parlamenter Ayşe Surucu destnîşan kir ku kurd bi dehên salan in li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê li ber xwe didin û wê kurdî her li dijî zextan zindî bimîne û li ber xwe bide.    TÊKILIYA ZIMAN Û ÇANDÊ    Roza Metîna jî derbarê têkiliya ziman û çandê de axivî û dengbêjî ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin û ji bo belavkirina ziman xwedî rolek girîng e. Metîna destnîşan kir ku divê zarok ewilî bi kurdî werin mezinkirin û got: “Qeyûm û îktidarê ziman û çanda kurdî tarûmar kirin. Qeyûm tehamûlî tabeleyek kurdî jî nakin. Em heta îro li dijî vê pêla pişaftinê sekinîn û me li ber xwe da û ji îro pê ve jî bêtir pêdiviya me bi berxwedanê heye.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.    BAROYÊ PANELA ZIMAN LI DAR XIST    Baroya Rihayê jî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panela ziman li dar xist. Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, parêzerên Weqfa Mezopotamyayê Gevriye Atli û Fahrettîn Karakoyun wek axivêr beşdarî danişînê bûn. Panelê bi dayîna sertifikaya parêzerên ku ji perwerdehiya kurdî ya Baroya Rihayê mezûn bûn dest pê kir.    Zimanzan Samî Tan axaftina destpêkê kir û bal kişand ser girîngiya ziman. Zimanzan Zana Farqînî jî diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê kurdî li her qadê were axaftin û pêşiya vê yekê were vekirin.    ‘DIVÊ EM BI ZIMANÊ XWE RABIN Û RÛNÊN’    Farqînî bal kişand ser girîngiya ziman ku ji nifşên siberojê re were gihandin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê zimanê kurdî li her derê bê axaftin. Divê em bi zimanê xwe rabin û rûnînên û bifikirin. Lazim e em zimanê xwe li her deverê belav bikin. Dema ev nebin ziman nikare xwe li hemberî polîtîkayên pişaftinê bigire. Nemaze divê ku em vî zimanî bikin ku zarokên me tev pê xeber bidin.”    Piştî axaftina Farqînî, parêzer Gevriye Atli û Fahrettîn Karakoyun jî axivîn û bal kişandin ser girîngiya ziman.    Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.