‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’ 2022-05-14 15:26:46   STENBOL - Girtiya nexweş Ekîm Polat li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Dayika Polat, Songul Îlker da zanîn ku ew ji ber rewşa keça xwe bifikar in û wiha got: “Em dixwazin ku zextên li ser Ekîmê bi dawî bibin û di zûtirin dem de bê dermankirin.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî girtiya nexweş Ekîm Polat daxuyanî da ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin û li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Mehmet Acettîn, Meral Nergîs Şahîn û dayika Polat, Songul Îlker beşdar bûn.   Daxuyanî ji hêla Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin û Şahîn serlêdana Polat û agahiyên ku dayika wê dabûn parve kirin. Şahîn, da zanîn ku nexweşiyên weke xerabbûna rîtma dil, KOAH, helîna hestiyan, têtewşiya hîpofîz hormonê bi Ekîm Polat re hene û wiha domand: “Her wiha li girtîgehê rastî zextên giran tê û gelek caran dermanên wê nayên dayîn û tedawiya wê tê astengkirin. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî miayeneya bi kelemçe, lêgerîna tazî û hwd. lê tên ferzkirin. Ji ber ku van sepanan red dike, rastî zext û nêzikatiyên xerab tê.”     ÎŞKENCE, TECRÎD Û ZEXT    Bi domdarî Şahîn diyar kir ku Polat îşkence û zexta heyî bi dozgerê girtîgehê re parve kiriye û wiha domand: “Lewma gardiyanên girtîgehê ew xistin hucreyê û êriş lê kirin. Polat, da zanîn ku dema diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê hêj neketiye odeya bijîşkan û dîsa li girtîgehê tê vegerandin. Lewma rewşa wê ya tenduristiyê hîn girantir bûye. Li gorî agahiyên dayika wê, Ekîm ev 5 sal in girtî ye û heta niha li 4 girtîgehan hatiye veguhestin. Di vê pêvajoyê de rewşa wê ya tenduristiyê xerab bû, nehat dermankirin û dermanên pêwîst nehatin dayîn. Her cara ku diçû girtîgehekê, ji ewil xistin odeyên girtiyên edlî û girtiyên fikrên wan cuda. Li vir gefa kuştinê lê hat xwarin û ji bo ku ewlekariya jiyana xwe kete grevên birçîbûnê. Heman tecrîd û binpêkirin niha jî li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê berdewam dikin. Li dijî van binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir. Rayedarên dewletê ji parastina mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan berpirsyar in. Divê peywira xwe pêk bînin. Divê zext û astengiyên li ser Ekîm Polat jî rabikin û mafên wê yên tenduristî û jiyanê bên parastin.”    ‘FIKARÊN MIN ZÊDE NE’   Dayika Polat, Songul Îlker jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên keça xwe û wiha got: “Ekîm, li dijî zext û îşkenceyan ev 6 sal in di greva birçîbûnê de ye. Fikarên min zêde ne. Lêgerîna tazî lê tê ferzkirin, dermanên wê nadin. Min derziyên wê anîn lê midûrê yekemîn ê Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê bi tu awayî nehêla derziyên wê bên danîn. Ji bo ku bikujin vê yekê dikin. Ez dixwazim zextên li ser Ekîmê bi dawî bibin û di zûtirin dem de bê dermankirin. Banga min ji bo her kesî ew e ku ji bo girtiyên nexweş dengê xwe derxînin.”