Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike 2022-05-14 11:34:36 AMED - Seroka Komîsyona Ziman a Barayo Amedê Elîf Bîrkîlî têkîldarî astengkirin û qedexekirina zimanê kurdî got Tirkiye di hêla hiqûqî de peymanên nawnetewî nayine cih. Bîrkilî diyar kir ku di dadgehan de bersiva “Tu bi tirkî dizanî, çim abi kurdî diaxivî” tê dayîn.    Kurd wekî her sal Roja Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê di bin siya qedexe û astengkirinan de pêşwazî dikin. Desthilatdar bi dehan sal e bi qedexekirina strananan, guhertina navê gund, bajar, tax û kolanan li ser ziman û çanda kurdan pişaftinekî dijwar dikin. Mafê axaftin û perwerdeya bi kurdî tê binpêkirin û wekî tune tê hesibandin. Yên ku kurdî diaxive tên lînckirin, kuştin û sirgûnkirin. Kujerên ku qetlîaman dikin jî bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên rizgarkirin û xelatkirin.    Di xala 3’yemîn a Destûra Binehîn a Tirkiyeyê de tê pênasekirin ku zimanê dewletê ya fermî tirki ye. Di heman deme de qanûnek bi hêjmara 2932’yan di sala 1983'yan de hatiye qebulkirin û heta 1991’an jî di meriyetê de maye û li gorî vê qanûnê li Tirkiyeyê bilî zimanê tirkî bikaranîna zimanên din qedexe ye. Her çiqas ew qanûn ji meriyêtê rabe jî di sepanan de tu cudayî nebûye û bi awayêkî fermî zimanê kurdî bi tunekirinê re rûbirû hatiye hiştin. Li hemberî vê yekê gelek pêymanên nawnetewîyê mafên ziman wek mafê mîrovî yê bingehîn tê qebûlkirin. Di Peymana Mafên Mîrovan a Gerdûnî de ku Tirkiye jî imze kiriye, mafê ziman hatiye pejirandin. Lê Tirkiye di warê ziman de şerhekî îtîrazî daye û ev yek jî hişmendiya desthilatdarên Tirkiyeyê nîşan dide. Mafê perwerde û axaftina ziman ji aliyê hiqûqî ve jî tê binpêkirin. Di dadgehên Tirkiyeyê de mafê parastina bi kurdî gelek caran tê astengkirin an jî bi sedemên cuda nayê qabûlkirin.    Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrkîlî bi rasthatina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî derbarê astengkirin û qedexekirina zimanê kurdî de ji ajansa me re axivî.    Bîrkîlî anî ziman ku bi sedan sal e polîtîkaya qedexekirin û bişaftinê li ser zimanê kurdî didome û wiha got: “Em vê yekê hê bêtir li qada civakî dibînin. Di heman demê de li qadên wek perwerde, tendirustî û dadê encamên di hêla neyînî yên ziman dibînin. Qedexekirin û astengkirina zimanê kurdî bêhiqûqî ye.”    PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ   Bîrkîlî bal kişand ser peymanên nawneteweyî û mafên zimanan û wiha axivî: “Di gelek pêymanên nawnetiyê de mafên ziman hatiye sazkirin û wek mafê mirovî yê bingehîn tê qabûlkirin. Ji xeynî pêymanan, di şert û mercên UNESCO’yê de, di mafên medenî û siyasî de û di Peymana Mafê Mîrovan a Gerdûnî de mafê ziman hatiye pejirandin. Ew peyman ji bo me girîng in. Bi zelalî hatiye sazkirin. Wexta qanûnek di navnetewî de tê sazkirin li gorî wan peyaman tê sazkirin. Lê belê Tirkiye wan peyaman îmze kiriye lê ji aliyê ziman şerhekî îtîrazî daye. Li gor vê yekê tevgerek li Tirkiyeyê heye. Ji ber vê şerhê dibêje min eleqedar nake. Di navnetewî de jî bi vê avayî tevdigere. Îtîrazkirina Tirkiye siyasî ye. Ev polîtîkaya bi dehan sala ne.”    ‘TIRKIYE BEROVAJÎ PEYMANAN TEVDIGERE’    Bîrkîlî qala qanûna bi hêjmara 2932’yan a di sala 1983’yan de hatiye qebûlkirin û heta 1991’an jî di meriyetê de maye kir û wiha pê de çû: “Li gorî vê qanûnê li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî bikaranîna zimanên din qedexe ye. Ew qanûn niha ne di meriyetê de ye lê Tirkiye wekî ew qanûn di meriyetê de ye tev digere. Li gor Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê divê wekheviyek çandî, zimanî ji aliyê dewletê ve were sazkirin û derfetê wan were dayîn. Ew tiştekî sereke ye lê em dibînin ku Tirkiye di vî warî de tevgerkirinek berovajî didomîne.”   Bîrkîlî bal kişand ser kesên ku bi kurdî diaxivin û rastî êrişn tên û tên kuştin û wiha domand: “Ew bûyerên ku diqewimin bêceza dihêlin, kujer nayên tespîtkirin. Di her warî de em rastî vê yekê tên. Di wêjeyê, çandê û dadê de wexta bi kurdî hebe ew tişt wek sûc tê penasekirin. Ev yek di çerçoveya bêhiqûqiyê de dikin.”   ‘PARASTINA BI KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN’    Bîrkîlî bi lêv kir ku di dadgehan da wexta ku miwekîlên wan dixwazin bi kurdî xwe biparêzin bi hincetên cuda tên astengkirin û wiha axivî: “Wexta ku miwekîlên me tirkî zanibe, ev yek ji aliyê dadgehê ve bi pirsên wek ‘Tu tirkî dizanî çima kurdî diaxivî’ re rûbirû dimînin. Kesên ku dixwazin bi zimanê dayikê parastina xwe bikin ev tê astengkirin. Wexta ku mafê parastina bi kurtî tê xwestin, kes tên sûcdarkirin. Em her tim bi van astengiyan re rûbirû dimînin. Dadgeh li gorî peymanên navnetewî û qanûnên netewî tevnagerin. Di hiqûqa navxweyî de tu biryarek erênî ji bo kurdî nayê dayîn.”    KURDÎ LI GIRTÎGEHAN TÊ ASTENGKIRIN    Bîrkîllî destnîşan kir ku astengkirin û qedexekirina kurdî ji dadgehê heta girtîgehê didome û wiha got: “Ew wek pêvajoyekê ye. Di girtigehê de jî  nameyên girtiyan ên bi kurdî, heke girtî bi kurdî biaxivin derheqê wan de girtek tên amadekirin û li gorî van girtekan dixin ber lêpirsînan. Mafê wan ê hevdîtinê an mafê hevdîtina bi parêzeran tê qedexekirin. Di heman demê de destûr nayê dayîn ku rojname, kovar û pirtûkên kurdî bigihîjin ber destên girtiyan. Bi vî awayî dixwazin axaftin û xwedîderketina li kurdî ji holê rakin.”    ‘GEL BI TÊKOŞÎNA XWE XWEDÎ LI ZIMAN DERDIKEVE’    Bîrkîlî diyar kir ku gelê kurd li dijî van astengkirin û qedexekirina zimanê xwe têdikoşe û got: “Gel heta îro xwedî li zimanê xwe derketiye.”    KOMÎSYON DERSÊN KURDÎ DIDE    Bîrkîlî bi bîr xist ku ew ji bo parêzeran dersên kurdî li Baroyê didin û wiha got: “Me komîsyonek zimanê kurdî di bin banê Baroya Amedê de ava kiriye. Niha sê polên me hene. Em di asta destpêkê û asta yekem de dersên zaravayê kurmancî didin. Ji bo zaravayê kirmanckî-dimilî jî asta destpêkê heye. Sê sal e ders didomin û di polan li derdora 10-15 xwendakar hene. Ji bo ku parêzer bêtir karûbarên xwe û jiyana wan rojane bi kurdî be em vê perwerdehiyê didin.”   BANGA BEŞDARIYA PANELA ZIMAN Û HIQÛQÊ KIR    Bîrkîlî di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di 15’ê Gulanê de yanî sibê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bi beşdariya zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Bahoz Baran, parêzer Cemîle Turhalli Balsak li ser ziman û hiqûqê panelek li dar dixin û xwest parêzer û welatî tev li bibin.