Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin 2022-05-14 10:53:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK Jîno Reşîd têkildarî êrişên ser Başûr axivî û diyar kir ku Tirkiye seranserî Başûr dagir bike. Reşîd, anî ziman ku PDK ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê roleke mezin dilîze û wiha got: “Divê xelkê Başûr li dijî van êrişan serî rake û têkoşîna xwe mezintir bike. Hilweşîna dewleta tirk û serkeftina kurdan gelek nêz e.”    Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di 17’ê nîsanê de êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Êrişên Tirkiyeyê berdewam in. Li seranserî Kurdistanê û li dîasporayê bertekên li dijî şer her ku diçe zêdetir dibin. Ji endamên Meclisa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd têkildarî êrişan û hevkariya PDK’ê axivî.    Jîno Reşîd anî ziman ku dewleta tirk li ser gelê kurd polîtîkaya înkar û qirkirinê dimeşîne û wiha pê de çû: “Êrişên Tirkiyeyê berdewamiya êrişên moxolan in. Dewleta tirk xaka me dagir kir û li gel kurdan, hemû neteweyên din jî qir kirin. Kurdan tu carî xaka kesekî dagir nekirine. Êrişî tu civak û neteweyan nekirine. Gelê kurd her tim li dijî dagirkeriyê li ber xwe da. Gelek bedel dan. Lê xeta xiyanetê jî her tim di nava kurdan hebû. Ji ber vê xiyanetê jî her tim derb xwarine. Ji bo avakirina pergala xwe jî bi sala ne gelê kurd li dijî zilmê radibe û serî hil dide. Dagirkeran her tim ji hundir ve li kurdan xistiye. Ev yek jî bi destê xayîn û sîxûran kiriye.”    ‘PDK ALÎKARIYEKE MEZIN DIDE TIRKIYEYÊ’   Di berdewamê de Reşîd bal kişand ser êrişên dawî yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûr tên kirin û wiha pê de çû: “Berê jî operasyon dihatin kirin lê dihatin têkbirin. Lê operasyonên niha cuda ne. Dixwazin her wiha deverên çûnê dagir bikin. Bi vê rêbazê dixwazin tevahiya Rojhilata Navîn dagir bikin. PDK jî alîkariyeke mezin dide dewleta tirk. Tenê ji bo parastina malbata xwe vê xiyanetê dikin. Ev xak bi saya xwîna zarokên vî gelî hatiye parastin lê PDK ji bo berjewendiyên xwe vê xakê teslîmî dewleta tirk dike. Tifaqa li ser parçekirina xaka kurdan hatiye avakirin di sala 2023’yan de bi dawî dibe. Lewma dewleta tirk planên kûr dike û dixwaze Başûr jî dagir bike. Armanca wan a esasî sînorên Mîsakk-î Mîllî ye. Ji Iraq, Îran, Lîbya heta Hindistanê dixwazin gelek deveran dagir bikin. Lê armanca esasî ya niha Kurdistan e. Bi rêya van dagirkeriyan dixwazin împaratoriya osmanî zindî bikin. Dixwazin her tiştekî Kurdistanê dagir bike. Sedema aloziya aborî û civakî ya li Başûr jî dewleta tirk e.”    ‘TIRKIYE CIVAKA BAŞÛR JI BO DAGIRKERIYÊ AMADE DIKE’   Reşîd, da zanîn ku Tirkiyeyê li Başûr ji bo dagirkeriyê di hêla çand, civak, malbat, ziman û di her alî de amadekariyên xwe kirine û wiha derbirî: “Mînak gelek şîrket û înşaetên wan hene. Li vir kargeh hene ku tenê tiştên tirkan difiroşin. Ji hêla îstîxbarî ve karê xwe dikin. Sîxûriyê li kesên azadîxwaz û şoreşger ferz dikin. PDK bi fermana dewleta tirk êrişî ciwan, rojnameger, şoreşger û azadîxwazan dike. Naxwazin kesek li Başûr ji bo azadiyê dengê xwe derxîne. Lewma Başûr ji her alî ve rastî êrişê tê. Di hêla olî ve zext li gel tê kirin. Bingeha demên pêş amade dikin. Ew jî ji bo wê ye ku gel bi tirkî biaxive û bifikirin. Lewma jî metirsiyeke mezin li ser gel heye.”   ROL Û RISTA GIRÎNG A JINAN   Jîno Reşîd da zanîn ku rol û rista jinan a li Başûr girîng e û ev tişt anî ziman: “Gelek astengî li pêşiya jinan hene. Hizbên Başûr naxwazin dengê jinan bilind bibe û hişyar bibin. Ji ber ku ew jî baş pê dizanin ku heke jin dengê xwe bilind bike dê bandoreke çawa bikin. Lewma weke alaveke firotinê tê dîtin û jin bi gelek qirêjiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo ku jin hişyar nebin her tiştekî dikin. Bi lîstikên qirêjî dixwazin dengê jinan qut bikin. Jin her roj tên qetilkirin û destdirêjî lê tê kirin. Lê nahêlin dengê xwe bilind bikin. Tevî van sepanan jî têkoşîna jinan didome. Rol û rista jinan gelek girîng e.”    ‘DIXWAZIN BI ÊRIŞAN RE TÊKILIYAN QUT BIKIN’   Bi domdarî Reşîd qala êrişên ser Şengalê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li dijî Şengalê, bi tifaqa Iraq, PDK û Tirkiyeyê tên kirin. Em dibînin ku Iraq ketiye nava siyaseta dagirkirina xaka kurdan. Dixwazin Rojava, Şengal, Qendîl û herêmên din ji hev qut bikin. Bi vê yekê mebest dikin ku heke êrişî cihekî bikin bila ji van herêman alîkarî neyê. Lewma dixwazin bi dîwaran parçe bikin. Êrişî Şengal û Rojava dikin û dixwazin bi dagirkeriyê ji hev qut bikin. Petrola li Başûr ji bo berjewendiyên tirkan tê bikaranîn. Gel li vir birçî ye lê pereyê xwe bo dewleta tirk xerc dikin. Ew jî bi vî pereyî êrişî kurdan dikin û dikujin. Jinên êzdî ji bo parastina xwe û xaka xwe, berxwedaneke mezin raber kirin. Jinan pêşengtî ji vê berxwedanê re kirin. Berxwdana wan bo me kurdan cihê serbilindiyê ye.”    BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Jîno Reşîd axaftina xwe wiha qedand: “Divê tevahiya gelê Başûr piştgiriyeke mezin bide têkoşîna li dijî dewleta tirk. Bi taybet jî divê jin û ciwan têkoşînê mezintir bikin. Divê hemû bibin yek û ji têkoşîna kurdan re pêşengtiyê bikin. Ji ber ku jin bi hêzin û dikarin wê pêşengiyê bikin. Qedera kurdan yek e. Divê jin baş bi berpirsyariya xwe rabin û divê em bi berxwedanê bersivê bidin êrîşan. Serkeftina me gelek nêz e. Lewma divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Dewleta tirk di hêla aborî, siyasî, civakî û pergalê ve hildiweşe û têk diçe. Lewma ewqas êriş dike. Lewma divê jin li Başûr têkoşîna xwe mezintir bikin.”