Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin 2022-05-14 09:25:31   ŞIRNEX - Cerdevanên ku ber bi xeta sînor ve tên şandin anîn ziman ku leşkerên xwestine wan bidin pêş re ketina nava nîqaşan û leşkerên kuştî tên veşartin.    Êrişên artêşa Tirkiyeyê ya bi hevkartiya PDK’ê ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê ve berdewam dike. Hat diyarkirin ku di navbera leşker û cerdevanên ku ji ber windahiyên giran ber bi qada şer ve tên şandin de nîqas derketiye. Li gorî ku cerdevanan ragihand ber bi xeta sînor ve hatin ango qada şer ve hatine şandin û her ku diçe kuştina leşkeran zêdetir dibe û ji ber vê yekê jî cerdevanan dişînin qada şe.r    CERDEVANAN DIBIN QADA ŞER    Cerdevanên ku ji Şirnex û navçeyên wê birin qada şer li gundê Xabûrê bi ser navçeya Qilebanê ve ku li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ye tên civandin. Cerdevanek ku çû qada şer û vegeriya bûyerên ku li ser xeta sînor qewimîn vegot.   Cerdevanekî diyar kir ku ew bi komek ji 20 kesan pêk birine qada şer û di van rojên dawî de hêzek zêde sewqî herêma Belole dikin.    ‘LEŞKERÊN KUŞTÎ TÊN VEŞARTIN’    Cerdevan anî ziman ku pirsgirêkên derûnî ên leşkerên li ser xeta sînor dest pê kirine û wiha got: “Herî dawî li herêma Şêranê di navbera komek cerdevan û leşkeran de nîqaş derket. Dixwastin me bixin pêşiya xwe û bişînin qada şer. Xwestin ku em 50 metre li pêş bimeşin. Lê belê em neçûn û me red kir. Li ser vê yekê me nîqaş kir. Ji me re gotin ‘wê demê heke hûn li pêşiya me naçin, bizivirin malên xwe’. Piştre ew li pêş çûn. Leşker 50 metre pêş de çûn û piştre bombe teqiya. Di teqînê de 5 leşker mirin. Piştre roketek hat avêtin û di vir de jî 11 keşker birîndar bûn.”   ‘GELEK LEŞKER DIMIRIN’    Cerdevan destnîşan kir ku “Tîma Al” ya ku cerdevanên hilbijartî di nav de ne, bi leşkeran re tevdigerin û got: “Wan ji me cuda digirin. Dixwazin me li pêş bigirin. Her kengê leşker dimirin xwe li me hêrs dikin û qîr dikin. Gelek leşker tên kuştin. Ji ber vê yekê gelek cerdevanan dişînin qada şer.”