Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e 2022-05-14 09:08:09 SEMSÛR - Şerîf Yilmaz ê ku li Semsûrê dijî 23 sal berê ji rojnameya Azadiya Welat hînî xwendina kurdî bû û pirtûka bi navê "Lawikê Gundî" nivîsand. Şerîf Yilmaz (59) ê ku li Semsûrê dijî, hezkirina wî ya li hemberî zimanê kurdî ji bo hemû zimanhezan wekî mînakekî ye. Yilmaz ê ku perwerdehiya bi zimanê tirkî piştî dibistana navîn bi dawî kiriye, 23 sal in jiyana xwe ji bo xwandin û perwerdeya zimanê kurdî berdewam dike. Yilmaz ê ku ji zarokatiya xwe û şûnde xwe wekî evîndarê zimanê kurdî pênase dike, ji ber ku dema zarok bû bi kurdî diaxivî lê nikaribû binivisîne û bixwîne. Ji bo vê yekê dikeve nava hewldan û lêgerînan. Evîndariya wî ya zimanê kurdî piştî ku Yilmaz, sala 1999’an şûnde rojnameya Azadiya Welat dixwîne, xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurmancî dike.  AZADIYA WELAT JÊ RE DIBE RÊBER    Yilmaz ê ku dema nûçeyên di Azadiya Welat de dixwîne peyvê ku fêm nekiriye bi alîkariya ferhenga kurdî û kovara Pîne xwe fêrî peyvan dike. Yilmaz lêgerîna xwe ya ji bo peyvan wiha anî ziman:  "Dê û bavê min bi min re kurdî diaxivin. Min kurdî zanibû lê min nizanibû binivisînim. Ev kêmasî ez xistim nav lêgerînê. Min cara ewil di 1999’an rojnameya Azadiya Welat xwend û lêgerîna min zêdetir kir. Dema min rojname xist destê xwe peyv bi kurdî bûn, ez ji kurdbûm lê min nikaribû bixwenda. Wê demê min biryar da û min got dibe ez hînî zimanê xwe bibim. Ez ketim pey wateya peyvan. Peyvê ku min nizanibû wateya wa min li ferhengê mêze kir, ji kesê zana pirsî û hîn bûm. Heya min wateya peyvê nedîtiba min dest je ne bernedida. Lewma Azadiya Welat dibistan bû û ji bo min bû rêber.”    DI 7 SALAN DE XWE FÊRÎ KURDÎ DIKE    Yilmaz anî ziman ku ji bo perwerdey kurdî çûye KURDÎ-DER’ê û wiha got: "Ez bi derfetê xwe di 7 salan de hînî zimanê kurdî bûn. Heya ez hînbûm min gelek zehmetî kişandin. Astengiya ez ji evîna zimanê kurdî dûr nexistim. Divê her kes mîna min hînî zimanê kurdî bibe û yê li derdora xwe hîn bike."   HÎNBÛ Û DIDE HÎNKIRIN    Yilmaz da zanîn ku piştî hînî zimanê kurdî bûye ji bo yê nizanin hîn bike ketiye nava hewldanan û wiha berdewam kir: "Min sond xwar ku ez ê kesê ku bi zimanê kurdî nizanin, ez ê wan hîn bikim. Min heya komaleya Kurdî-Derê hat girtin perwerde da. Piştî komale hat girtin min kesê ku dixwestin hînî ziman bibin perwerdeya wa berdewam kir. Me di tebaxa 2019’an de komaleya Ferat Derê ava kir. Li Semsûrê Ferat Der tenê perwerdeya bi zimanê kurdî dide."   'ZIMAM TUNE BE JIYAN JÎ TUNE YE’    Yilmaz bi bîr xist ku 2 sal berê dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Lawikê Gundî” kiriya û wiha got: “Lêgerîn û evîndariya zimanê kurdî min ber bi nivîskariyê ve anî. Ez bi xizmeta ji bo zimanê kurdî şanaz im. Ku ziman tune be wê jiyan jî tune be. Ya ku neteweyek dike netewe ziman e. Min pirtûkek nivîsand lê ne bes e wê lêgerîna min berdewam bike.”    'EVÎNDARIYA WELAT'    Yilmaz anî ziman ku bi nivîsandina pirtûka xwe dixwaze ku xwîner peyamekê jê derbixin û got: "Ji zarokan bigire heta kal û pîran, kesên li gund an jî kesên li bajêr dijîn wê xwe di pirtûkê de bibînin. Di pirtûkê de 2 kes hene evîndarê hev in. Lê li welatê wan zordestî heye. Ev evîna wan dibe evîna welêt."    'ZIMAN WINDA BIBE EM Ê JÎ WINDA BIBIN'    Yilmaz destnîşan kir ku pirtûka xwe diyarî evîndarê zimanê kurdî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serî de diyarî nivîskarê kurd Osman Sebrî dikim. Ne tenê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye her roj divê em girîngiya zimanê kurdî bixin rojevê. Divê em li dijî bişaftinê bisekinin. Divê em li hemberî kesê zimanê me nas nakin bisekinin. Pêwîste em li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me winda bibe em ê jî winda bibin. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.”    MA / Emrullah Acar