ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-14 09:00:51 * Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku PDK û Tirkiye ditirsin ku Şengal bibe xwedî statû û hêz û ji ber vê yekê li dijî statûbûna Şengalê derdikevin. *Gundê Şikeftan ê Şemzînanê ev 40 roj in di dorpêça leşkeran de ye. Ji ber zexta leşkeran ji 50 malên gund tenê 15 jê mayîne. Şêniyên gund dan zanîn ku leşker valakirina gund li wan ferz dikin.     * Tirkiyeyê di 28 mehên dawî de 24 caran bi SÎHA'yan êriş biriye ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di van êrişan de 31 kes jiyana xwe jid est dane û 35 kes jî birîndar bûne.    * Jinên TJA'yî destnîşan kirin ku dê êrişên bi hevkariya AKP û PDK'ê tên kirin bi ser nekevin û gotin: "Bi salan e bi şer û qirkirinê bi ser kurdan de diçin. Lê me tu carî winda nekiriye. Em ê cardin bi ser bikevin."    * Ji bo Dayika Aştiyê Hatîce Ay a 73 salî ku ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizane, axaftina bi kurdî helwesteke li hemberî şer, îşkence û tecrîdê ye.    * Jinên ku ji bêgavî ji bajarên xwe koç kirine, li hemberî hemû zext û zoriyan jî nasnameya xwe û zimanê xwe diparêzin. Jinan ku gotin "Zimanê me nasnameya me ye" di axaftina bi kurdî de bal kişandin ser rola jinan.    * Şerîf Yilmaz ê ku li Semsûrê dijî 23 sal berê ji rojnameya Azadiya Welat hînî xwendina kurdî dibe û pirtûka bi navê "Lawikê Gundî" nivîsand.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 432'emîn de berdewam bike.    * Cenazeyê siyasetmedara kurd Aysel Dogan dê li Dêrsimê bê veşartin. (08.00-15.00) ZINDÎ   * HDP dê konferansên herêma Marmara, Wan û Egeyê li dar bixe. (10.00)    * Li navçeya Farqînê ya Amedê dê şahiyên Serê Gulanê bên lidarxistin. (10.00-15.00)   * Li Amedê TUAY-DER dê kongreya xwe ya 3'yemîn li avahiya DBP'a Navçeya Rezanê li dar bixe. (11.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiyên heftane ji bo aqûbeta windayan li dar bixin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemyê di hefteya 894'emîn de dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê li gelek bajaran şahî û çalakî bên lidarxistin. (13.00)    * Li Stenbol û Enqereyê parêzvanên mafê mirovan dê wek her hefte balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)