DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî! 2022-05-13 16:14:56 AMED - DEDAŞ’ê bi hêceta ku “deynê ceyranê” yê kuluba Amedsporê heye birî. Di van rojên ku Amedspor a ku di Grûba Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) cih digire û ji bo ku derkeve Lîga 1’emîn di Play Offê de têdikoşe, ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcle (DEDAŞ) ve ceyranê kuluba wê hat birîn.    Serokê Duyemîn ê Amedsporê Cahît Akin têkildarî birîna ceyranê axivî û diyar kir ku sê roj in ceyrana kuluba wan hatiye birîn. Akin anî ziman ku bi hêceta deynê ceyrana kuluba n wan heye ceyran hatiye birîn û 120 hezar lîre deyn e. Akin got ji bo ew deyn razînin ketine nava hewldanan.