Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye 2022-05-13 13:29:09 AMED - Parêzer Rûşen Seydaoglu diyar kir ku Hicran Berna Ayverdî ya derbarê Selçûk Mizrakli û nêzî 800 kesî de îfade daye, hatiye belgekirin ku tiryakê kişandiye ye û hişê wê ne li serê wê ye.  Hat îdiakirin ku Hicran Berna Ayverdî ya derbarê nêzî 800 kesî de îfade daye û di heman demê de derbarê Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli de jî îfade daye û ev îfade bû edema 9 sal cezayê hefsê li Mizrakli bê birîn, hatiye belgekirin ku tiryakê kişandiye û hişê wê ne li serê wê ye. Ayverdî ya ku ji Qanûna Poşmantiyê sûd wergirtiye û cezayek hindik lê hat birîn û pişt re hat berdan li ser endama Akademiya Jinan Fîgen Aras jî îfade daye. Danişîna doza Fîgen Aras li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 10’emîn hat lidarxistin.    Aras û parêzera xwe Rûşen Seydaoglu di danişînê de amade bûn. Îtîrafkar Ayverdî jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin.    Ayverdî îdia kir ku Fîgen Aras di “Meclisa KCK’ê ya Tirkiyeyê” de wezîfedar e û Aras van xebatan di bin navê “kooperatîfiyê” de bi rê ve biriye.    Aras jî li dijî îdiayên îtîrafkarê da zanîn ku wê tu carî di xebata kooperatîfiyê de cih negirtiye û wê li Komeleya Jinan a Cerenê ku di bin banê Şaredariya Peyasê de bûye rêveberî kiriye.    'BELGEYÊN ŞAHIDÊ HENE’    Parêzer Rûşen Seydaoglu jî li dijî beyanên Ayverdî parastina miwekîla xwe kir û destnîşan kir ku îfadeyên Ayverdî ji “îdiayên razber” pêk tên û wiha got: “Şahid derbarê bi sedan kes de îfade daye. Di hin serdeman de tiryakê kişandiye. Tenduristiya hiş ango aqil a şahid ne li cih û belgeyên vê yekê jî hene. Tu palpiştiya beyanên şahidê tune ye. Ez dixwazim miwekîla min ji danişîna bê rizgarkirin. Ez dixwazim şertê kontrola edlî ya miwekîla min bê rakirin.”    Dozger daxwaza Seydaoglu red kir û ji bo mutalayê amade bike xwest dosye jê re bê şandin.    ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ DÊ BIDOME    Heyeta dadgehê daxwaza ku Aras ji danişînan bê rizgarkirin qebûl kir û biryara redkirina rakirina tedbîrên kontrola edlî da û danişînê taloqî 21’ê îlonê kir.