HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin! 2022-05-13 12:50:43   ENQERE - Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, derbarê 8'emîn salvegera Komkujiya Somayê de daxuyanî da û ev tişt got: "Me Komkujiya Somayê qet ji bîr nekiriye û em ê destûr nedin ku bê jibîrkirin."   Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, derbarê 8'emîn salvegera Komkujiya Somayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Kose, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxwaza kara zêde û bergiriyên nayên girtin karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Li kargehên ku tu venêrîn li wan tunene û karsazên ku ji polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatê sûd werdigirin, her roj dibine sedemên komkujiyên karkeran."   'CEZAYÊN MÎNA XELAT HATIN BIRÎN'   Kose, destnîşan kir ku ji ber ku bergirî nehatine girtin komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê li Somayê pêk hatiye û 301 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anî ziman: "Kesên ku bûn sedema Komkujiya Somayê, cezayên mîna xelatan li wan hatin birîn. Weke her car desthilatê jî berpirsyarî negirt ser xwe.  Di dema AKP'ê de cinayetên karkeran qat bi qat zêde bûn. Em karkerê ku sax filitî û bawer nedikir ku sax filitiye û pîhana ku li xizmê karkerên medenê hat xistin qet ji bîr nekir. Dengê karkerê ku ji bo sedye pîs nebe gîzma xwe ji piyê xwe derxist di guhê me de ye.    'EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'   Di berdewama daxuyaniya xwe de Kose, bi lêv kir ku cînayetên karkeran ne 'qeder' û 'fitrat' e û encama polîtîkayên taşerontî, arizîkirin, bêrêxistinkirin, rodovans, bêsendîkakirin, pergala xebatê ya dijî mirovahiyê û tunekirina medenvaniya cemaweriyê ye û ev tişt got: "Me Komkujiya Somayê qet ji bîr nekir û em ê destûr nedin ku bê jibîrkirin. Di 8'êmîn alvegera mirina wan de em 301 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Em tev bi hev re ji bo ku şertên karkeran ên xebatê bên sererastkirin, mafê ewlehiya can, ewlehiya kar û karkeran têkoşîna xwe bilind dikin."