ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-13 09:00:25 * Ayşe Hezer, dayika Endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li Avaşînê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê her kes li dijî vî şerî û bikaranîna çekên kimyewî rabe. * Mûrat Yildirim ku di Girtîgeha Yozgat a Hejmar 2 a Tîpa T'yê de ye, ragihand ku tevî wî 16 girtî bê hincet bi mehan e di hucreyê de ne.    * Perwerdekarê ARSÎSA'yê Seyvan Ertaş, diyar kir ku kurdî li hemberî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe dide û got, zimanê zikmakî xeta sor a kurdan e.    * Jinên amedî bal kişandin ser 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û bang kirin: "Em ê nehêlin ku zimanê me bimire. Divê em bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin."    * Hunermend û şanogerên kurd diyar kirin ku xetereyeke mezin li ser zimanê kurdî heye û wiha gotin: “Ziman, hebûn û tunebûna gelekî ye. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye. Em banga xwedîderketina li ziman û tevlibûna meşa 15’ê Gulanê dikin.”    * Welatiyê ermenî Erol Bostanci ku piştî 42 salan serdana Sûrê ya ku lê çêbûye û mezin bûye kir, got: "Ev avahiyên nû ruhê kuçeyan kuştine. Êdî kes nikare min li vir ragire."    Serê Gulanê ku li herêma Farqînê weke roja bereketê tê zanîn, her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ji rûspiyên Farqînê Hecî Şerîf Farqînî diyar kir ku weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kevnare ya kurdan e û got: “Divê hemû kes beşdar bibe û xwedî li vê çandê derkevin.”    * Karsaz û parlamenterê berê yê AKP'ê Suleyman Bolunmez, hafriyata kanên xwe yên komirê dirêjîne çemê Nêrdûşê û ava çem qirêjî dike.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 431'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * HDP dê konferansên jinan ên herêma Wanê û Marmarayê li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   * Danişîna doza meleyên endamên DÎAYDER'ê ku ji ber xutbe û weazên kurdî tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Bi rasthatina salvegera 301 qûrbaniyên Qetlîama Somayê dê li Îzmîrê û Somayê bîranînên bên lidarxistin. (11.00-15.00)   * Danişîna doza kujerên Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (12.00)   * Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî têkildarî Cejna Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê dê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bidin. Li Parka Rojava jî dê şevbihêrka dengbêjan were lidarxistin. (12.30-20.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye talqokirin berdewam dike. (13.00-16.00)    * Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya jinan daxuyanî bide. (15.00)