DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye 2022-05-12 16:47:39 ENQERE - Parêzer Sabrî Unuvar ku di danişîna doza 10'ê Cotmehê de axivî, diyar kir dema ku derbarê emîrê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Îlhamî Bali de biryara lêgerînê hebûye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cîhanbeylî ya Konyayê tedawî dîtiye.  Danişîna 15’emîn a doza endamê DAIŞ’ê Erman Ekîcî ku ji sûcê dijî mirovahiyê tê darizandin û bersûcên firar ên Komkujiya Enqereyê, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê didome. Di danişînê de Parêzer Sabrî Unuvar axivî û agahiyeke balkêş parve kir. Parêzer Unuvar, diyar kir ku dema derbarê emîrê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Îlhamî Bali de biryara lêgerînê hebûye li Nexweşxaneya Dewletê ya Cîhanbeylî ya Konyayê tedawî dîtiye û xwest ku hemû belgeyên derbarê mijarê de ji dadgehê re bên şandin.    Li bendê ye ku di danişînê de biryara navberê bê dayîn.