Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min 2022-05-12 16:40:34 KONYA - Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût, bi lêv kir ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bi gotina “Heke HDP li cem we be neyên cem min” daxwaza hevdîtina malbatê qebûl nekiriye.  Li mala ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari di 30’ê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê hatibûn qetilkirin daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Rêveberên Rêxistina HDP’a Konyayê û yek ji parêzerên malbatê Abdûrrahman Karabûlût tev li daxuyaniyê bûn.    Parêzer Karabûlût ê ewilî di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku ji ber piştî êrişa 12’ê Gulana 2021’an bergiriyên hewce nehatin girtin, hatin qetilkirin û wiha got: “Dozger bi faîlan re hevdîtin kir û ketibû derdê ku ‘ez ê çawa bersûcên girtî bidim berdan’.” Karabûlût, axaftina di navbera dozger û faîlan de derbas bûbû û ketibû çapemeniyê bi bîr xist û bi lêv kir ku dozger ji 2 kesan re gotiye ‘sûcî bigirin ser xwe’. Karabûlût, anî ziman ku malbata Dedeogûllari bi awayekî organîzekirî hate qetilkirin û wiha berdewam kir: “Muwekkîlên min tenê ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin.”   POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Karabûlût, diyar kir ku tevî bi hevdîtinên bersûcan ên girtîgehê delîlên nû derketin holê jî girtinên nû çênebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev encama polîtîkayên dewletê yên bêcezatiyê ne. Piştî êrişa li ser malbatê ji ber polîtîkayên bêcezatiyê komkujî pêk hat. Ji bo ku bersûc neyên cezakirin dosyaya êrişê û komkujiyê nakin yek.”   ‘WEZÎR MALBAT QEBÛL NEKIR’   Karabûlût, da zanîn ku yekane ferdê malbatê yê dijî Çetîn Dedeogûllari û xizmên wî, ji bo duh bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdar re hevdîtinê bikin hatin Enqereyê û bi lêv kir ku Wezîr Bozdag bi gotina “Heke HDP li cem we be, neyên cem in” daxwaza hevdîtina malbatê qebûl nekiriye.    Karabûlût pirsa “Ji bo ku edalet pêk were divê her kes kurdekî weke te be?” ji Wezîrê Dadê Bozdag kir û wiha pê de çû: “Her kes li pêş edaletê ne wekhev e? Bila Wezîrê Edaletê derkeve vê derewîne. Heke we hindik ji hiqûq, edalet û wijdanê par girtibûya we ev gotin nedigot. Ol û fikra ferdên malbatê çi be bila bibe li pêş berî qanûnan wekhev in. Bêhiqûqî û bêedaletî ji herî jor dest pê dike.”   ‘EM Ê MALÊ BIKIN MUZEYA ŞERMÊ’   Karabûlût, anî ziman ku ji bo dozê heta ku edalet pêk were wê têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke rêyên hiqûqa navxweyî bên girtin, em ê di qada navnetewî têkoşîna xwe bidomînim. An dê ji bo malbatê edalet pêk were an jî em ê mala ku êriş lê pêk hatibû bikin muzeya şermê.”